​​​​​​​Li herêma "Bêçek"topbaran Berdewam dike

Hêzên hikumeta Şamê zêdetirî 130 moşek û roket avêtin 10 bajarok û gundên li herêma "Bêçek". Çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî nuqteyên hêzên hikumetê topbaran kirin.

​​​​​​​Li herêma "Bêçek"topbaran Berdewam dike
2 kanûn, 2020   14:04
NAVENDAN NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li herêmên cuda yên gundewarê başûrê Idlibê hêzên hikumeta Şamê û komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, bi moşekan nuqteyên hev topbaran dikin.

Li gorî SOHR`ê, îro hêzên hikumetê zêdetirî 130 moşek û roket avêtin herêmên li bajarok û gundên Sefohin, Bênên, Ramî, Meşon, Belşon, Bare, Iblîn, Fetêra, Kensefra û Bilyon ên başûrê Idlibê. Heta niha li ser wendahiyên canî tu agahî bi dest neketine.

Her wiha çeteyekî girîdayî dewleta Tirk di êrişa sekvanên hêzên hikumetê de li gundewarê başûrê Idlibê, hate kuştin.

 (cx)