Eyşe Hiso: Pêwîst e hemû pêkhate herêmên xwe biparêzin

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso bang li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku herêmên xwe li hemberî armancên dewleta Tirk ên dagirkeriyê, biparêzin.

Eyşe Hiso: Pêwîst e hemû pêkhate herêmên xwe biparêzin
Eyşe Hiso: Pêwîst e hemû pêkhate herêmên xwe biparêzin
Eyşe Hiso: Pêwîst e hemû pêkhate herêmên xwe biparêzin
Eyşe Hiso: Pêwîst e hemû pêkhate herêmên xwe biparêzin
Eyşe Hiso: Pêwîst e hemû pêkhate herêmên xwe biparêzin
Eyşe Hiso: Pêwîst e hemû pêkhate herêmên xwe biparêzin
Eyşe Hiso: Pêwîst e hemû pêkhate herêmên xwe biparêzin
2 kanûn, 2020   10:47
HELEB

Eyşe Hiso di merasima vekirina navenda rûspiyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê got: " Sûriyê cihekî aşitiyê bû, lê niha bûye cihekî terorê, parçekirin, rêol û afirandina fitneyê di navbera pêkhateyan e." Eyşe anî ziman ku xeteke ku nûneriya biratiya gelan dike jî heye.

Eyşe destnîşan kir ku vekirina navenda rûspiyên Helebê dewamkirina xeta biratiya gelan e.

Eyşe ji bo armancên mitingerî yên dewleta Tirk li herêmê hişyarî da û bibîr xist ku dewleta Tirk dagirkirina herêmên Sûriyê ranewestîne û ji hemû pêkhateyên herêmê xwest ku herêmên xwe ji êriş û dagirkeriyê biparêzin.

Eyşe Hiso bal kişand ku armanca êrişên dewleta Tirk ew e ku projeya biratiyê têk bibe û fitneyê di nava pêkhateyan de çêbike.

Berdevkê Komîteya Rûspiyên Helebê Celwî Mihemed El-Cabir vekirina navendê li hemû pêkhate û rûspiyên li taxa Şêxmeqsûdê pîroz kir û dagirkeriya dewleta Tirk ji axa Sûriyê re şermezar kir.

Piştî axaftinan, Hesna Mihemed hevjîna şehîd Seqir deriyê navendê vekir.

(dm)

ANHA