​​​​​​​Li Şehbayê zarokekî koçber bi mayîna DAIŞ`ê jiyana xwe ji dest da

Li kantona Şehbayê mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê bi zarokekî koçber ve teqiya. Di encamê de zarok jiyana xwe dest da.

​​​​​​​Li Şehbayê zarokekî koçber bi mayîna DAIŞ`ê jiyana xwe ji dest da
2 kanûn, 2020   10:54
ŞEHBA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku dema ku zarokê bi navê Mihemed Kurdî Îbrahîm (6) li nava zeviyên zeytûnan li navçeya Fafînê dilîst, mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê pê ve teqiya.

Di encamê de zarok bi giranî birîndar bû û jiyana xwe ji dest da.

Mihemed Îbrahîm ji bajarokê Qibêsîn a girêdayî herêma Babê yê dagirkirî ye û tevî malbata xwe koçberî navçeya Fafîn a kantona Şehbayê bûye.

(cx)

ANHA