HPG`ê nasnameya şehîdên Herekolê eşkere kirin

HPG`ê nasnameya gerîla Denîz Pîr, Hêvîdar Erîş, Kedkar Bagok û Mahsûm Welat ku di 28`ê Îlona 2020`an de li Herekolê şehîd bûne eşkere kir.

HPG`ê nasnameya şehîdên Herekolê eşkere kirin
2 kanûn, 2020   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayên ku şehîd bûne ev agahî parve kirin: “28’ê Îlona 2020’ê artêşa Tirk a dagirker piştî ku bi balafirên şer herêmên Şehîd Zelal, qontara Herekol û Deriyê Dogana yên girêdayî Herkekolê bi dijwarî bombe kir û şûnde, leşker danîbûn herêmê û dest bi operasyonê kiribûn. Di encam bombebaranê û şerê qewimî de hevrêyên me Denîz, Hêvîdar, Karker, Mahsûm û Zinar şehîd bûn. Nasnameya hevrê Zinar wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Denîz Pîr

Nav û Paşnav: Ayşe Tûrgût

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik-Bav: Lutfiye - Edîb

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Herekol -28’ê Îlonê 2020

Nasnav: Hêvîdar Erîş

Nav û Paşnav: Rojda Hemo

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Navê Dayik-Bav: Naîle – Xelîl

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Herekol -28’ê Îlonê 2020

Nasnav: Kedkar Bagok

Nav û Paşnav: Robîn Bakir

Cihê Jidayikbûnê: Edene

Navê Dayik-Bav: Rabîa – Nûsret

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Herekol -28’ê Îlonê 2020

Nasnav: Mahsûm Welat

Nav û Paşnav: Abdullah Koçak

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Navê Dayik-Bav: Meryem – Mehmet Elî

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Herekol -28’ê Îlona 2020

HÊ DI TEMENÊ BIÇÛK DE HEZKIRINA DENÎZ JI BO PKK’Ê ÇÊDIBE

Hevêrya me Deniz di sala 1999`ê de di nava malbateke welatparêz de li Colemêrgê tê dinê. Ji ber tevlîbûna xizmên nêzîk ya nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ku hevrê Denîz hê di temenê biçûk de hezkirina wî ya ji bo PKK’ê çêbibe. Hevrê Denîz ê demekê di nava xebatên ciwanan de kar kir, di serî der Rêber apo û pêşnegên Şoreşa Tirkiyeyê nas kir ji ber vê yekê pir bandor dibe.

Hevrê Denîz sala 2007-2008’an di demekê de ku êrîşên tesfiye û propagandayên ku Tevgera me tune bike dihatin kirin, tevlî nava refên gerîla bûye. Hevrê Denîz ji roja tevlî Tevgerê dibe li ser bingehê îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber Apo xwe kûr dike, her ku Rêber Apo nas dike û fêm dike kesayeta xwe pêş dixe.

Hevrê Denîz a li gelek qadên cuda yên Kurdistanê têkoşîn kir, xeyela wê ya mezin ew bû ku li Dersimê gerîlatiyê bike. Lê li ser pêwîstiya xebata wê zêdetir li Botanê bû, weke milîtanekê pêşeng tevlî xebatên şoreşgeriyê bûye. Hevrê Botan bi têkoşîna xwe ya li Botanê bûye yek ji pêşengên jin ên Botanê.

HEVRÊ HÊVÎDAR JI BOTANÊ TEVLÎ GERÎLA BÛ

Hevrêya me Hêvîdar li Kobanê ya weke ‘Bajarê Jinê’ tê nasîn di nava malbateke welatparêz de tê dinê. Ji ber malbat welatparêz e, hê ji temenê biçûk de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike. Bi şoreşa Roajva re hê zêdetir Rêber Apo û PKK’ê nas dike û tevlî gerîla dibe.

Yek ji xeyala mezin a hevrêya me Hêvîdar ew bû ku weke gerîlayeke jin a Kobanê bi gelê Bakurê Kurdistanê yê welatparêz re bibe yek, li ser vî bingehî xwe pêş xistiye, erk û berpirsyariyên xwe yên demê bi cih anîne.

HEVRÊ KARKER YEK JI KESÊN LI DIJÎ PÊKANÎN Û ÎNKARÊ BERDÊLÊN MEZIN DAYÎN E

Hevrê Karker ê bi eslê xwe ji Mêrdînê ye di nava malbateke berxwedêr û welatparêz de tê dinê. Hevêr karker yek ji malbtên ku li dijî pêkanîn û înkarê berdêlên mezin dane ye. Hevrê Karker tevî ku li metrepolên Tirkiyeyê mezin bûye jî, lê dev ji çanda xwe ya berxwedanê û azadiya gelê Kurd bernedaye. Hevrê Karker ê li gelek qadên cuda yên Kurdistanê bi erka xwe rabû,  ji bo li eniyên berxwedanê yên Bakurê Kurdistanê cih bigire kedên mezin dane. Hevrê Karker di meşa şoreşa destanî de her kêlî bi berxwedana xwe û keda dayî rastiya milîtaniya fedayî ya Apogerî derxistiye holê û bûye sembolek.

HEVRÊ MAHSÛM ÇAVKANIYA DILNIZMÎ, KED Û MORALÊ BÛ

Hevrê Mahsûm jî di nava malbateke welatparêz a Sêrtê de hatiye dinê. Hevrê Mahsûm bi çand û berxwedana Botanê mezin bûye. Hevrê Mahsûm gihiştibû wê baweriyê ku wê têkoşîna azadiya gelê Kurd bi berxwedana gerîla bigihêje serketinê. Ji bo wê berê xwe da nava refên gerîla. Hevrê Mahsûm di nava hevrêyên xwe de tim bûye çavkaniya dilnizmî, ked û moralê. Hevrê Mahsûm ê li qadên cuda gerîlatî kir her demê erka xwe bi serketî bi cih aniye, gotin û pratîka xwe kiriye yek. Şêwaz û kesayetiya milîtanî ya Apoyî ya hevrê Mahsûm wê perspektîfa têkoşîna me ya diçe serketinê be.

Di serî de ji malbatên hevrêyên xwe û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin , soz didin ku wê hesreta hevrêyên me bi serkeftinê were tacîdarkirin.”