Çavkanî: Dewleta Tirk zeyta Efrînê didize û difroşe sûkên Ewropa û Amerîkayê

Çavkaniyekî pêbawer ji ajansa me re got dewleta Tirk a dagirker nêzî 90 hezar ton zeytûna zeytûnan a kantona Efrînê a dagirkirî diziye û firotiye Amerîka û welatên din ên Ewropayê.

Çavkanî: Dewleta Tirk zeyta Efrînê didize û difroşe sûkên Ewropa û Amerîkayê
2 kanûn, 2020   10:42
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî eşkere kir ku artêşa Tirk a dagirker dest daniye ser kargeha guvaştina zeytûnan a “Ebdîn Erebo” a li ser rojhilatê navçeya Cindirêsê li ser rêya Efrîn-Cindirêsê li hemberî xaçrêya gundê Hemîlkê..

Heman çavkanî diyar kir ku artêşa dagirker tenekeyên zeyta ku diziye li wê kargehê depo dike û di dergehê li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê re derbasî Tirkiye û piştre Ewropa û Amerîkayê dike.

Li gorî raporên nefermî, dewleta Tirk a dagirker nêzî 90 hezar ton zeyta zeyûtnên kantona Efrînê diziye.

Çavkanî her wiha bi bîr xist ku komên çeteyan zeyta zeytûnan bi buhayekî hindik desteser dikin û bi qaçaxî û bi nirxên biha difroşe derveyî Sûriyê.

Demeke berê, di raporeke tora “The Daily Beast” a amerîkî de hatibû diyarkirin ku artêşa Tirk a dagirker zeyta zeytûnan ji Efrînê bi qaçaxî derbasî Ewropa û Amerîkayê dike.

Beriya çend rojan jî, çalakvanên medya civakî dîmenk belav kirin ku tê de bi hezaran tenekeyên zeytê li kargeha “Ebdîn Erebo” hatin komkirin da ku di dergeha li gundê Hemamê re derbasî Tirkiyê bikin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0NhmljSc0gk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>