Rayedarekî Rêveberiya Xweser, helwesta Rûsyayê ya li hemberî êrişên Tirkiyê rexne kir

Rayedarekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nepêkanîna Rûsya  rola xwe ku wek dewleteke garantor e û dayîna derfetê ji dewleta Tirk a dagirker re ku êrişên li ser herêmê pêk bîne, rexne kir.

Rayedarekî Rêveberiya Xweser, helwesta Rûsyayê ya li hemberî êrişên Tirkiyê rexne kir
1 kanûn, 2020   08:03
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMD

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane navçeya Eyn Îsa, gundewarên wê û rêya M4 bi dijwarî topbaran dikin, li gel wê jî hewldana wan a dagirkirina navçeyê hene.

Li gorî şopandina rewşa heyî, di encama topbaranên dagirker û çeteyên wê de, bi dehan sivîl birîndar bûn û hin jî şehîd bûn û zirareke mezin li milkên sivîlan bû, her wiha bi sedan sivîl jî ji tirsa topbaranê koçber bûn.

Li ser zêdekirina êrişan û helwesta hêzên Rûsyayê li herêmê, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid ji ANHA’yê re axivî.

El-Ebid wiha got: "Êrişên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê îsbat dikin ku dewleta Tirk li gorî peyman û lihevkirinan tevnagere û êdî eşkere bûye ku dewleta Tirk tevahî peymanên bi Amerîka û Rûsyayê re pêk anîne, binpê dike."

El-Ebid wiha domand: "Ne dewleta Tirk ne jî Rûsya li gorî agirbestê di navbera her du aliyan de tevdigerin, lê tenê QSD’ê pêk tîne û bi 30 km ji sînorê Tirkiyê-Sûriyê bi dûr ket."

El-Ebid diyar kir ku AKP’ê bi mebesta nixumandina binketina xwe ya hundirîn û nixumandina vekişîna ji nuqteyên çavdêriyê yên li Heleb û Hemayê, van êrişan pêk tîne.

El-Ebid da zanîn artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê armanc dikin ku bi rêya êrişên xwe demografya herêmê biguherin û şêniyên resen koçber bikin.

Der barê helwesta hêzên Rûsyayê ji van êrişan de ku ew jî aliyekî li ser îmzekirina peymana bi dewleta Tirk re ye, Hemdan El-Ebid wiha pê de çû: "Berjewendiyên Rûsyaya garantor bi dewleta Tirk re hene. Rûsya hewl dide dewleta Tirk ber bi xwe ve bikişîne û ji NATO’yê bi dûr bixe. Ew jî bi girêbesta S-400’î û piştre bi Qerebaxê dest pê kir. Tiştên li wan herêman û herêmên me pêk tên, di encama lihevkirin û pevguherîna berjewnediyên di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de ne."

El-Ebid eşkere kir ku li pêş çavên hêzên Rûsyayê rojane êriş têne kirin, lê tenê helwesta wê temaşeker e.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid piştrast kir ku dewleta Tirk bêyî wergirtina şewqa kesk ji Rûsyayê de nikare êrişî herêmê bike û wiha bi dawî kir: "Ne ji şewqa kesk a Rûsyayê bûya, dewleta Tirk cesaret nedikir ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikira, jê jî navçeya Eyn Îsa, gundên rojavayê Girê Spî, gundewarên başûr û rojhilatê Serêkaniyê."

(fr)

ANHA