​​​​​​​DYA'yê ji bo îxbarkirina serçeteyê "Huras Dîn" xelatek diyar kiriye

DYA’yê dê xelatên mezin bide kesên agahiyan li ser serçeteyên Huras Dîn ên li herêmên di bin serweriya dewleta Tirk a dagirker de ne, pêşkêş bike.

​​​​​​​DYA'yê ji bo îxbarkirina serçeteyê "Huras Dîn" xelatek diyar kiriye
30 mijdar, 2020   20:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser hesabê fermî ya bernameya xelatên ji bo edaletê yê girêdayî Wezareta Karên Derve ya Amerîka hat ragihandin ku Amerîka ji kesên agahiyan li ser serçeteyê Huras Dîn Farûq Sûrî  yê li herêmên di bin serweriya dewleta Tirk de ye kom bike, 5 milyon dolar amade kiriye.

Wezareta Karên Derve ya Amerîka ji bo komkirina agahiyên li ser diyarkirina nasnameya Ebû Abdulkerîm Misirî yan jî cihê wî yê di Huras Dîn de, pere amade kiriye.

Huras Dîn rûyekî nû ya El-Qaîde li Sûriyê ye û li herêma Idlibê ya di bin serweriya dewleta Tirk a dagirker de ye.

(fr)