Fermandarê hêzên Pasdarên Îranê û 3 parêzvanên wî hatin kuştin

Hate ragihandin ku fermandarê hêzên Pasdarên Îranê û 3 parêzvanên wî li ser sînorê Iraq-Sûriyê hatin kuştin.

Fermandarê hêzên Pasdarên Îranê û 3 parêzvanên wî hatin kuştin
30 mijdar, 2020   18:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên îstîxbarata Iraqê ji RT re gotin: "Fermandarê hêzên Pasdarên Îranê Muslim Şehdan û 3 parêzvanên wî, îro li ser sînorê Iraq-Sûriyê hatin kuştin."

Li gorî heman çavkaniyan "Agahiyên destpêkê hîna piştrast nebûn ku derbe bi dronekê bûn an bi sûîqestê ne an bi rêbazên din in."