Li Helebê li dijî tundiya li ser jinan xwepêşandanek hate lidarxistin

Meclisa Jinan a Sûriyê şaxê Helebê li dijî tundiyê xwepêşandanek li dar xist û tekez kir ku ew ê bibin qîrîna her jinekê ku rastî tundiyê tê.

Li Helebê li dijî tundiya li ser jinan xwepêşandanek hate lidarxistin
Li Helebê li dijî tundiya li ser jinan xwepêşandanek hate lidarxistin
Li Helebê li dijî tundiya li ser jinan xwepêşandanek hate lidarxistin
Li Helebê li dijî tundiya li ser jinan xwepêşandanek hate lidarxistin
30 mijdar, 2020   13:24
HELEB

Xwepêşandan li pêşiya navenda Meclisa Jinan a Sûriyê ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hate lidarxistin.

Bi dehan nûnerên saziyên jinan û partiyên siyasî tev li xwepêşandanê bûn û pankartên “Em qîrîna jinên bêdeng in, tundî ne hêz e, laşê min ê min e” rakirin.

Çalakiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Jinan a Sûriyê Bêrîvan Horo axivî û destnîşan kir ku tevî peyman û lihevkirinên ku banga rawestandina tundiya li ser jinan dikin jî, lê belê hîna jin rastî tundiyê tên, nexasim bi belavbûna vîrusa koronayê re ku hişt bûyerên tundiya malbatî zêde bibin.

Bêrîvan piştrast kir ku wek Meclisa Jinan a Sûriyê şaxê Helebê ew ê ji bo bidawîkirina tundiyê kar bikin û ew ê bibin qîrîna giştî ya jinên cîhanê û bi taybetî jinên sûrî.

(cx)

ANHA