Komîteya Şopandinê civîna xwe ya yekemîn li Hesekê li dar dixe

Komîteya Şopandinê ya di encama lidarxistina Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê de hatiye avakirin, bi armanca nîqaşkirina encamên kongreyan, civîna xwe ya yekemîn li Hesekê li dar dixe.

Komîteya Şopandinê civîna xwe ya yekemîn li Hesekê li dar dixe
30 mijdar, 2020   13:32
 HESEKÊ

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) piştî 13 civînên ku li tevahiya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevlêbûna gelek kesayetên welatparêz û muxalif li dar xistin, di 25`ê Mijdarê de Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê li dar xist.

Di encama kongreyê de ku li Hesekê li dar ketiye, zêdetirî 300 kesayetên ji bajarên cuda yên Sûriyê û kesayetên ji muxalefeta Sûriyê yên li derve tev lê bûn, 17 biryar û avakirina komîteyekê ku ji 16 endaman pêk tê, hate dayîn. Ev komîte wê biryar û mekanîzmaya pêkanîna biryarên kongreyê bişopîne. 

Îro li bajarê Hesekê Komîteya Şopandinê bi tevlêbûna 16 endamên xwe yên ku nûnertiya tevahiya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, civîna xwe ya yekemîn li dar dixe. Ji nav wan endamên komîteyê, fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî û hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer hene.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, komîteyê bi armanca pêkanîna biryaran û derbaskirina kêmasiyan, mekanîzmaya karê komîteyê û belavkirina erkan li ser endamên wê, nîqaş dike.

Civîn li pêşiya çapemeniyê girtî didome.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZZJDLvijAT8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>