Artêşa Îsraîlê li ser sînorê Colan û Lubnanê di nava amadekariyan de ye

Artêşa Îsraîlê piştî kuştina zanyarê îranî Mihsin Fexrî Zade  û ji bo bersivdayîna êrişên muhtemel ên Îranê, li ser sînorê bi Colanê re û Lubnanê re di nava amadekariyan de ye.

Artêşa Îsraîlê li ser sînorê Colan û Lubnanê di nava amadekariyan de ye
30 mijdar, 2020   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Îstixbaratê yê Îsraîlê Yossi Cohen got ku ew nizanin kê zanyar Mihsin Fexrî Zade kuştiye,  zanyar di çêkirina çekên nukllerî de jîr bû û beyî wî niha Rojhilata Navîn û cîhanê baştir e. 

Eli Cohen destnîşan kir ku dê Îsraîlê nehêle Îranê çekên nukllerî bi dest bixe.

Serokerkanê Îsraîlê Afif Kochavi ragihandibû ku Îsraîlê li gorî tê xwestin dê li hemberî hebûna Îranê li Sûriyê bisekine.

Li aliyekî din wezareta Îstixbaratê ya Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku agahiyên têkildarî kuştina zanyar Mihsin Fexrî Zade li ber destên wê hene û anî ziman ku ew ê di demên pêş de agahiyên berfireh eşkere bike.

(eh)