Danûstandinên Lîbyayê îro li Mexribê destpê dikin

Îro tora 4`emîn a diyaloga siyasî ya lîbî-lîbî li Mexribê dest pê dikin. Dê her du şandeyên diyalogê li şûna bajarê Bozenîqa li bajarê Tenca yê Mexribê diyalogê berdewam bikin.

Danûstandinên Lîbyayê îro li Mexribê destpê dikin
30 mijdar, 2020   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

 Her du şande nûnertiya aliyên sereke yên şerê siyasî yê Lîbyayê dikin ku ji Meclisa Parlamanteran a Lîbyayê û Meclisa Bilind a dewleta Lîbyayê li Terabilusê pêk tê.

Her şandeyek ji 13 endaman pêk tê, anku dê 26 endam beşdarî diyalogê bibin. Tê payîn ku xebatê komîteyê du rojan dewam bike.

Her wiha tê payîn ku her du şande bi hev re û bêyî aliyekî sêyemîn li ser maseyekê bicivin.

(cx)