Rejima Îranê zextên li ser Zeyneb Celaliyan zêde dike

Rejima Îranê mafê hevdîtina bi malbatê re û peywendiya bi rêya telefonê li girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan qedexe kir.

Rejima Îranê zextên li ser Zeyneb Celaliyan zêde dike
30 mijdar, 2020   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, rejima Îranê mafê axaftina bi telefonê û hevdîtina bi malbatê re li ser girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ku li girtîgeha Yezd tê ragirtin, qedexe kir. Hema bêje Celaliyan weke girtiyeke siyasî, ji hemû mafên xwe, hatiye mehrûmkirin.

Heman çavkaniyê ragihand dema ku Zeyneb Celaliyan birine girtîgeha Yezd, tenê carek rê dane ku peywendiyeke kurt bi malbata xwe re bike. Çavkaniyê da zanîn Zeyneb di wê peywendiya xwe ya kurt de ji malbatê re gotiye; “Rêveberên girtîgehê ji min re gotine, heya tu ji xebata xwe poşman nebî û bi hêzên ewlekariyê re hevkariyê nekî, tuyê ji hemû mafên xwe yên di girtîgehê de bê par bimînî.”

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ku agahiyên xwe spart endamekî malabata Celaliyan, diyar kir ku bavê Zeyneb Celaliyan di rojên borî de li bajarê Mako ji aliyê wezareta Îtalatê ve hatibû binçavkirin. Hate gotin ku piştî 24 saetan bavê Celaliyan bi kefalet hatiye berdan.

(cx)