Senaryoyên muhtemel ên tolhildana Îranê ji Îsraîlê

Medyaya Îsraîlê asta cidîbûna Îsraîlê ya piştî tawanbariyên yekser ên Îranê ku Îsraîlê ji kuştina zanyarê nukleerî Muhsin Fexrîzade berpirsiyar nîşan dabû, derdixe pêş. Di heman demê de hin senaryoyên muhtemel li ser bersiva Îranê radixe pêş çavan.

Senaryoyên muhtemel ên tolhildana Îranê ji Îsraîlê
29 mijdar, 2020   12:26
XEZA

Şîrovekarê leşkerî Yoav Lemur ji rojnameyeke Îsraîlê re wiha got: “Divê Îsraîl gefên tolhildanê yên Îranê cidî bigire ku piştî kuştina zanyarê nukleerî Mushin Fexrîzade hatin xwarin.”

Lemur pêşbîn kir ku senaryoyên cuda yên bersivdayîna Îranê dê hebin û got: “Yan dê li ser xeta sîrorê bi Sûriyê re bûyeran derxe, bi îhtimaleke kêm jî dibe ku ji Lubnanê be, yan jî dê hewl bidin kesayetên îsraîlî bikin hedef, an jî dê êrişî şandeyên Îsraîlê yên li seranserê cîhanê bikin.”

Lemur wiha domand: “Lê tiştê tekez ew e ku xema Îranê ya destpêkê rakirina cezayên aboriyê ji ser xwe û rêbaza ku dê pê li peymana nuklerî vegere. Ev armanceke hevbeş a Îranê û rêveberiya serokê bê yê DYA’yê Jeo Biden e.”

Vê sibehê, rojnameya The New York Times a amerîkî ku agahiyên xwe spartin çavkaniyekî ewlehiyê yê Îsraîlê, wiha da zanîn: “Divê cîhan piştî çalakiyê, spasiya Îsraîlê bike.”

Çavkaniyên ewlehiyê yên Îsraîlê ku zanyarê nukleerî yê Îranê dişopand, bi bîr xist ku Mushin Fexrîzade xwediyê bernameya nukleerî ya Îranê bû û wiha lê zêde kir: “Fexrîzade ji beriya çend salan ve ji bo bidestxistina Îranê ji bombeya nukleerî re kar dikir ku ev yek xetereyeke mezin li ser cîhanê çêdike."

Li aliyekî din şîrovekarê leşkerî Uri Geller jî wiha got: “Aliyên leşkerî û ewlehî yên Îsraîlê êdî dizanin ku Îranê biryara tolhildanê daye û ew armancên Îsraîlê li Deryaya Sor lêkolîn dike. Dê Îran generalên mezin an generalên kevn bike armanc, dê vê dozê bê berdêl nehêle.”

(cx)