DYA`yê li deryaya Kendavê komkeştiya balafiran belav kir

Washingotinê komkeştiya balafiran li deryaya Kendavê bi cih kir, da ku berisva gefan di dema vekişandina hêzên xwe ji Iraqê û Efganistanê de, bide.

DYA`yê li deryaya Kendavê komkeştiya balafiran belav kir
28 mijdar, 2020   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka komkeştiya  pêncemîn ên Hêzên Deryaya Amerîkayê ya li Behrenê Rebecca Rebaric bi daxuyaniyekê ji Reutersê re diyar kir ku roja Çarşema derbasbûyî, piştî komkeştiya balafiran hate bicihkirin, ji bo vegera koma Greva Carrier tu  pirsgirêk neman.

Vê heftiyê beriya kuştina mezintirîn zanyarê nukllerî yê îranî, komkeştiya balafirên Amerîkayê "USS Nimitz" hatin bicihkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ku zanyarê îranî Mihsin Fexrî Zade yê ku Ewropa wî  wekî mêjiyê sîstema bernameyê bombeya nukllerî bi nav dikin, roja Îna derbasbûyî li nêzî Tehranê hate kuştin.

Rebecca Rebaric got ku bevlakirina komkeştiyan bi vekişandina hêzên Amerîkayê ji Iraqê û Afganistanê ve girêdayî ye.

 (eh)