Li Hesekê, qedexe di roja sêyemîn de ye

Li bajarê Hesekê ji bo pêşîlêgiritna vîrusa koronayê, ev 3 roj in qedexeya derktine derve berdewam dike, şênî ji malên xwe dernakevin û hêzên Ewlekariya Hundirîn li seranserî bajêr bendên kontrolê danîne û Şaredariya Gel kolanan paqij dikin.

Li Hesekê, qedexe di roja sêyemîn de ye
Li Hesekê, qedexe di roja sêyemîn de ye
Li Hesekê, qedexe di roja sêyemîn de ye
Li Hesekê, qedexe di roja sêyemîn de ye
Li Hesekê, qedexe di roja sêyemîn de ye
Li Hesekê, qedexe di roja sêyemîn de ye
Li Hesekê, qedexe di roja sêyemîn de ye
Li Hesekê, qedexe di roja sêyemîn de ye
Li Hesekê, qedexe di roja sêyemîn de ye
28 mijdar, 2020   12:31
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Ji ber vîrusa koronayê li Bakur û Rojhilê Sûriyê pir berbelav bûbû, Şaneya Aloziyê qedexeya derketina derve ferz kir. Li ser vê bingehê ev 3 roj in şêniyên Hesekê li malên xwe ne û tevger bi giştî hatiye rawestandin.

Şêniyên Hesekê, xwedanên dikanan, xwaringeh û dibistan pabendî qedexeyê ne, lê saziyên ku kar ji wan tê xwestin, dewam dikin. Li aliyekî din jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li têketin û derketina bajêr bi cih bûne.

Şaredariya Gel jî ji roja yekemîn a qedexeyê, dest bi paqijkirina kolanan kirin.

Der barê liv û tevgera şêniyên de, welatiya bi navê Seher Ehmed a ji taxa Salihiyê û xwedî dikan e axivî û got ku qedexeya derketina derve gaveke baş e, ji ber xeteriya vîrusa koronayê kêmtir dike, lê ji bo karkerên ku bi rojane dixebitin ne baş e.

Seher Ehmed destnîşan kir ku li gorî biryara Şaneya Aloziyê tev digerin, lewra ew heta seat 11`ê sibeha dikanên xwe vekirî dihêlin. Seher di dawiya gotina xwe de bang li welatiyan kir ku li gorî biryani tev bigerin.

Her wiha welatiyê bi navê Mehmûd Îsa yê ji taxa Kelasê jî axivî û diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina vîrusa koronayê, biryara qedexeya derketina derve gaveke baş e, lê xwedanên dikanan nirxên kelûpelan bilind kirin.

Mehmûd Îsa bang li Saziya Zimhêrê ya bajarê Hesekê kir, ku bi erka xwe rabin, rê li pêşiya vê buhabûnê bigirin û kesên li gorî biryaran tev negirin, cezayan li wan bibirin.

Li aliyekî din Dr.Abdulrehman Silêman têkildarî qedexeya derktina derve anî ziman ku şêniyan koronayê başguh dikirin, hîşt ku korona belav bibe, lewra ev biryara qedexeyê baş e û wiha domand: " Lê divê Rêveberiya Xweser pêwîstiyên şêniyên ji mazot û kelûpelan dabîn bike."

Abdulrehman Silêman bang li hêzên ewlekariyê kir ku şêniyan hişyar bikin, dema ji malê derkevin divê masekan bi kar bînin û kesên li gorî vê yekê nemeşê dive were cezakirin.

(eh)

ANHA