Ji bo parastina dîrok û çanda Kurdan peykeran çêdike

Hunera peykersazî wek peyameke mirovî, civakî ya xweşik dibîne, ji bo ku dîrok û çanda Kurdan zindî bihêle û ji qirkirinê biparêze, ev huner hilbijart.

Ji bo parastina dîrok û çanda Kurdan peykeran çêdike
28 mijdar, 2020   07:43
KOBANÊ-MEYSE EKARÎ

Ji hezaran salan ve û heta niha peykersazî rêbazeke ravekirin û xuyakirina buyeran e. Bi rêya wê fikreke diyar ji civakê re dihat ragihandin, da ku bûyerên li derdora xwe nas bike.

Gelek amûrên ku di vî warî de têne bikaranîn hene; kevir, hesin, nexşe, hestî, text, plastîk, mûm û kils. Herî jî madeya bingehîn a vê hunerê ye.

Bikaranîna herîyê ji hunerên kevnar e. Ev cureya hunerê ji bo armancên siyasî yan jî olî û ravekirina çanda xwe di şaristaniyên beriya zayînê de dihat çêkirin. Her wiha ji bo tomarkirin û avakirina peykerên bîranînan, hate bikaranîn.

Di dema niha de, ji bo parastina çand û kulturê ji qirkirinê û ji bo ku şênî nasnameya xwe ya çandî nas bikin, peykersaz hunera xwe bi kar tîne û peyama ku tê xwestin radigihîne civakê.

`TÊKILIYA PEYKERSAZÎ BI DÎROKA KURDISTANÊ RE`

Peykersaz Mihemed Şahîn yê ji Kobanê, bi herîyê peykeran çêdike. Li ser asta Kobanê, yekane peykersazê ku bi heriyê peykeran çêdike ye.

Mihemed Şahîn li mala xwe di odeyekê de kar dike. Di van deman de, ji bo ku çanda civaka Kurdan a kevnar û kultura berê xuya bike, peykera jineke Kurd a kevnar çêdike. Bi rêya wê hewl dide bala civakê bikişîne ser çand û dîroka Kurdan vejîne.

Mihemed Şahîn destnîşan dike ku di dîroka Kurdistanê de gelek peyker hene mîna Şêrê li girê  Şêran li Kobanê û Şêrê Ên Darê li Efrînê. Ev îspat dike ku têkiliyeke xurt di navbera dîroka Kurdistanê û peykersaziyê de heye. Kurd ji berê ve di vî warî de afrîner in.

`DIJMINÊN KURDAN HEWL DIDIN DÎROKA KURDISTANÊ QIR BIKIN`

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê niha li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku dagir kirine, hewl didin cihên dîrokî wêran bikin. Li wan herêman peyker û parçeyên dîrokî hene. Dagirkeran bi armanca qirkirina dîroka Kurdan sala 2018`an kantona Efrînê dagir kir.

Şahîn dibêje: “Dijminên gelê Kurd her tim hewl didin dîroka Kurdistanê bi rêya şikandin û wêrankirina peykerên dîrokî û cihên dîrokî yên ku pêşketina şaristaniyê û dîroka Kurdistanê ya kevnar rave dikin, qir bikin.“

Mihemed Şahîn bi rêya çêkirina peykeran ji herîyê hewl dide dîrok û çanda Kurdî û kultura gelê Kurd vejîne.

Gelek cureyên şêwekariya herîyê hene şekldan, neqişandin û şewitandin. Tê de gelek amûr mîna eskene, kêr û amûrên tûj tên bikaranîn.

Piştî 37 salan ji veguhestina peykerên Şêr ji warê wê li bajarokê Şêran ê rojhilatê kantona Kobanê, di 1`ê Mijdarê de careke din li warê wê hate vegerandin, çeteyên DAIŞ`ê di Nîsana 2014`an de parka Reşîd a bajarê Reqayê teqand.

Şahîn li ser mijarê axaftina xwe weha domand: “Mirov dikare her du peykeran restore bike. Dijmin çi dike bila bike lê nikare dîroka me qir bike. Ji ber ku em her tim hewl didin wê vejînin û ji bo ku dîroka Kurdistanê ya kevnar ragihînin cîhanê, em peykerên din çêkin.”

`PEYAMA JI CIVAKÊ RE`

Mihemed Şahîn bi armanca xuyakirina dîroka jinan a kevnar peykera jineke Kurd bi dirêjahiya 20 cm û firehiya 15 cm çêkir. Şahîn hewl dide heman tecrubeyê dubare bike lê vê carê dê madeyên din bi kar bîne.

Şahîn ji bo ku nifşên bê karibin peykerên ku çêdike, restore bikin û çanda Kurdan zindî bimîne, peykeran ji kevir çêdike da ku heta demeke dirêj bimîne.  

Peykersaz Mihemed Şahîn amadekariya vekirina pêşangehekê li Kobanê dike. Wê berhemên wî tê de werin pêşandan. Bi rêya wê dixwaze bang li civakê bike da ku çand û dîroka xwe nas bike.

(şx)

ANHA