Lêkolînerekî yemenî: Dewleta Tirk ji ber kirinên Erdogan ber bi tecrîdê ve diçe

Lêkolîner û şîrovekarê siyasî Enwer El-Temîmî got, Serokkomarê Dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan welatê xwe ber bi tenêhiştinê ve dibe. Her wiha piştrast kir ku di dosyayên petrol û korîdorên stratejîk de rolek ‘teşqeleçî’ lîst.

Lêkolînerekî yemenî: Dewleta Tirk ji ber kirinên Erdogan ber bi tecrîdê ve diçe
28 mijdar, 2020   05:16
QAHÎRA-EMENÎ EZAM

Enwer El-Temîmî ji ANHA`yê re axivî û got, Erdogan Tirkiyê biçûk dixe û ji bo komên terorîst û dizên petrolê Tirkiye kiriye stargeh û cihê desteka lojistîk. Her wiha destnîşan kir ku di encama van kirinên Erdogan de, wê çînek ku berjewendiyên wê bi terorê û terorîstan ve girêdayî ye, derkeve holê.

`ERDOGAN JI BO WÊRANKIRINA DEWLETÊN CÎRAN XWEDÎ PROJEYÊN PARÇEKIRINÊ YE `

Enwer El-Temîmî di vî warî de got: “Projeya Erdogan, projeyek parçekirinê û wêrankirina dewletên cîran e. Nikare wan dewletên hedefgirtî tev li xwe bike û dagir bike, mîna ku Osmaniyan kir. Ji ber ku şert û mercên dîrokî bi temamî cuda ne. Erdogan vê yekê baş dizane. Lewra projeya wî, ji wêrankirin, parçekirina dewletên hedefgirtî, têkbirina dewleta nîştimanî, rê ji rêxistinên herêmî yên girêdayî istixbarata Tirkiyê re veke da ku bigihêjin desthilata wan dewletan derbas nake. Bi rêya van rêxistinan an jî komên herêmî Erdogan dikare dest deyne ser berhemên binerd ên van welatan.”

Her wiha El-Temîmî îşaretpê kir ku geşepêdana îdiakirî ya li Tirkiyê ku Erdogan behsa wê dike, li ser wêraniya civakên din ava dibe û ev mînak bi bîr xistin: “Pêşketina warê turizmê li Tirkiyê li ser têkbirina turizma li Misirê ve bi rêya ajandeyên wê yên terorîst girêdayî ye.  Pêşketina warê çêkirina tevn li Tirkiyê li ser teoriya têkbirina çêkirina tevn li Sûriyê ava dibe. Li gorî projeya Erdogan, Tirkiyê tenê bi rêya wêrankirina Lîbyayê, derxistina tevliheviyê li Deryayê Spî dikare petrolê û gazê bi dest bixe.”

`DEWLETA TIRK BI RÊYA BIKARANÎNA ÇETEYÊN SÛRIYÊ XWE JI LÊÇÛNÊN QANÛNÎ Û SIYASÎ XILAS DIKE`

Derbarê bikaranîna dewleta Tirk çeteyên Sûriyê ji bo ku mudexeleya dewletên cîran bike de Enwer El-Temîmî ev yek destnîşan kir: “Lêçûna şerên bi rêya çeteyan an jî bi rêya şerên wekîlan ji aliyên leşkerî û siyasî ve û heta qanûnî ve kêmtir e. Dewleta ku çeteyan bi kar tîne xwe ji berpirsyariya qanûnî xilas dike. Di vê rewşê de civaka navneteweyî nikare bi awayekî yekser bersîva Tirkiyê bide. Pir pir zêde tenê dikare derbeyên leşkerî li wan komên çeteyan bixe.”

`KIRINÊN ERDOGAN ÊN TEŞQELEÇÎ EW JI YEKITIYA EWROPAYÊ BI DÛR XIST`

Têkildarî nakokiyên Tirkiyê bi Yekitiya Ewropayê re El-Temîmî got: “Erodgan demeke dirêj dilê Ewropayê xweş kir. Lê civaka wî ji ber gelek sedeman ji bo têkilbûnê hîna neamade bû. Ji ber wê mijara qebûlkirina Tirkiyê wek endamek di kluba Ewropayê de hate paşdexistin. Erdogan di dosyayên petrol û korîdorên stratejîk de rola Teşqeleçî lîst. Daxuyaniya dawîn a Erdogan di lûtkeya nerazîbûna Ewropayê ji teşqeleya Tirkiyê de hat. Ev yek piştrast dike ku Erdogan bawer dike êdî kêlî guncew heta ku berheman berhev bike. Van rêbazan ji her demê bêtir Tirkiyê ji xewna tevlêbûna kluba Ewropayê dûr xist.”

`HÊVÎ Û XEYALÊN TIRKIYÊ GIRÊDAYÎ RÊVEBERIYA NÛ YA AMERÎKAYÊ NE`

Lêkolîner û şîrovekarê siyasî yê Yemenê da xuyakirin ku Ixwan Muslimîn û Erdogan piştî serkeftina Biden xeyal dikin ku wê guhertin di rêgezên têkiliyên navneteweyî de çêbibin û wiha domand: “Ew bawer dikin ku wê guhertin û bahozên bi asta Şoreşên Ereban sala 2011`an rû bibin. Lewra Erdogan hêvî dike ku Amerîka piştgiriya tevger û siyasên wî bike. her wiha xeyal dike ku êdî ev mijar pêkhatî ye.”

Girêdayî xeteriya Tirkiyê li ser hegemoya Rûsyayê Enwer El-Temîmî piştrast kir ku her xeteriyek ji hêla Tirkiyê ve li ser hegemonya Rûsyayê, bi hişyariyekê ji hêla Rûsyayê ve bi dawî dibe. tiştên ku niha rû didin, tenê propaxandan e.

`ERDOGAN TIRKIYÊ BIÇÛK DIKE Û JI BO KOMÊN TERORÎST DIKE STARGEH`

Lêkolîner û şîrovekarê siyasî ya Yemenê Enwer El-Temîmî di dawiyê de bal kişand ser pêşeroja Tirkiyê li gel ku mudexeleya dewletên cîran dike û got: “Erdogan Tirkiyê biçûk dike. ji bo komên terorîst û dizên petrolê re dike stargeh, ev yek dê li Tirkiyê çînekê ava bike ku berjewendiyên wê bi teror û terorîstan ve girêdayî ne. Ev komên herêmî li gorî berjewendiyên xwe yên aborî dê di pêşerojê de terorê veguhêzîne Tirkiyê. Erdogan ji bo mayîna xwe di desthilatê de, vê yekê dike. Lê ew niha û pêşeroja Tirkiyê bi temamî wêran dike.”

(şx)

ANHA