Çeteyên dewleta Tirk li  Efrînê 2 sivîl qetil kirin û 1 birîndar kir

Çavkaniyan ji gundên Efrînê yên dagirkirî gotin, çeteyên dewleta Tirk a dagirker zarokek û kalemêrek bi awayekî hovane qetil kirin û ciwanekî din birîndar kir.

Çeteyên dewleta Tirk li  Efrînê 2 sivîl qetil kirin û 1 birîndar kir
27 mijdar, 2020   19:03
ŞEHBA

Çavkaniyan gotin, çeteyên navê (Firqet El-Hemza) li xwe dikin, Ebdulrehman Hemo yê 70 salî û zarokê Hemo Cengîz Necar ê 14 salî dema diçûn nav zeviyên xwe qetil kirin.

Her wiha destnîşan kir ku piştî keşifkirina cenazeyê zarok, diyar bû ku bi 40 guleyan hatiye kuştin.

Li gorî heman çavkaniyan,  çeteyan li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawayê ciwanê bi navê Mesûd Mecîd Cemo (30) bi guleyan birîndar kir.

ANHA