Şêniyên Deşîşayê: Tirkiye hewl dide hegemoniya xwe ya Osmanî li herêmê vegerîne

Şêniyên bajarokê Deşîşa yê navçeya Şedadê girîngiya rabûna li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Sûriyê bi bîr xistin û wan destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide hegemoniya xwe ya Osmanî li herêmê vegerîne.

Şêniyên Deşîşayê: Tirkiye hewl dide hegemoniya xwe ya Osmanî li herêmê vegerîne
28 mijdar, 2020   04:29
HESEKÊ – BASIM DEXÎL

Dewleta Tirk a dagirker a ji bêdengiya civaka navneteweyê sûdê digire hewl dide xaka Sûriyê dagir bike û tev li Tirkiyê bike.

Girêdayî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê şêniyên bajarokê Deşîşa yê navçeya Şedadê nêrînên xwe parve kirin.

Hevseroka Meclisa Bajarokê Deşîşa Seida El-Hermas diyar kir ku şerê ku 9 sal li Sûriyê dewam kir, gel westand û koçber kir, yê ku destek dida wan çeteyan dewleta Tirk a dagirker. Seida got: "Dewleta Tirk destkarê sereke yê DAIŞ'ê bû ya ku li dijî gelê me komkujiyên hovane pêk anîn."

Seida El-Hermas destnîşan kir ku Tirkiyê hewl dide bi piştgiriya çeteyên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê heman senaroyaya yekemîn dubare bike û firehiyeke mezin a xaka bakur û rojhilatê Sûriyê dagir bike û tev li axa xwe bike û wiha pê de çû: "Ev yek di hewldanên pêşdeçûnên wê yên ber bi navçeya Eyn Îsa û deverên din de eşkere dibin. Lê gelên herêmê amade ne destkeftiyên şoreşê û ewlehiya herêmê biparêzin, çawa vî gelî di dirêjahiya salên şer de bi hezaran şehîd dan, niha jî amade ye bi hezaran şehîdên din ji bo têkbirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bide."

Şêniyê bi navê Abdullah El-Anî diyar kir ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e, hewl dide hegemoniya xwe ya Osmanî li herêmê zindî bike û wiha dom da axaftina xwe: "Dema nikarî bi rêya DAIŞ'ê ku çêkera wê ya yekemîn e derbasî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bibe, niha bi hincetên nerast mîna herêma ewle, derbasî herêma bibe."

El-Anî girîngiya hevgirtina pêkhateyên herêmê li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker destnîşan kir.

Endama Komîteya Jinan a Meclisa Bajarokê Deşîşayê Hind El-Latîf bi bîr xist ku "Sûriyê ji ber şer azar kişand, gelê wê hate koçberkirin. Civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî vê yekê dibîne lê tevnagere. Îro Tirkiyê ji bêdengiya civaka navneteweyî sûd digire hewla dagirkirinê dike, bi hemû çekên giran li herêmên bakurê Sûriyê, bi taybet Eyn Îsayê dide."

Hind El-Latîf bang li civaka navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û got: "Bêdengiya we ji Tirkiyê bêtir gelê Sûriyê dikuje."

Hind El-Latîf di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku pêkhateyên herêmê ji bo parastina her buhistek ji xaka xwe û pêkanîna serkeftina Ii hemberî Tirkiyê û çeteyên wê hevgirtî ne.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5j-8LAZ8w50" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>