Rojnameyên erebî: Dagirkeriya Tirk nuqteyên xwe yên li Idlibê vediguhêze

Rojnameyên erebî yên îro behsa hebûna artêşa Tirk a dagirker li Idlibê, rewşa Yemenê û aloziya Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Dagirkeriya Tirk nuqteyên xwe yên li Idlibê vediguhêze
27 mijdar, 2020   07:44
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DAGIRERIYA TIRK JI ROJHILATÊ IDLIBÊ VEDIKIŞE Û NUQTEYÊN XWE YÊN LI BAŞÛRÊ IDLIBÊ XURT DIKE’

Girêdayî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Artêşa Tirk a dagirker sewqiyatên leşkerî li nuqteyên xwe yên leşkerî yên li başûrê Idlibê xurt kirin û karwanekî nû ku ji 20 wesayitên pêk tê, duh di dergeha Kefer Lûsîn a bakurê Idlibê re derbasî erdên Sûriyê kir."

Rojnameyê di dewama nivîsa xwe de wiha diyar kir: "Ev yek hemwextî vekişîna hêzên Tirkiyê ji nuqteyeke leşkerî ya rojhilatê bajarê Seraqibê ber bi nuqteyên li çiyayê Zawiyê ve, pêk tê ku di çarçoveya lihevkirina Rûsya-Tirkiyê de dewleta Tirk nuqteyên xwe yên li leşkerî li herêmên di bin serweriya hêzên rejimê de li herêma bêçek, vedikişîne."

Di dewama nivîsa rojnameyê de wiha hate gotin: "Hêzên Tirkiyê di rojên dawîn de hemû endam û alavên xwe birin balafirgeha Teftenaz a leşkerî (bakurê rojhilatê Idlibê) ku ji xwe re kiribû baregeh."

‘DEWLETA TIRK Û QETERÊ RAGIHANDINA HIKUMETA YEMENÊ ASTENG DIKIN’

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî rewşa Yemenê wiha nivîsî: "Çavkaniyên siyasî yên Yemenê pêşbîn dikin ku piştî astengkirina bi mehan, ragihandina hikumeta Yemenê ya di encama lihevkirina Riyadê de, nêz bûye. Her wiha diyar kirin ku dibe ku hikumeta destpêka hefteya pêş bê ragihandin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku di hevdîtina serokê Yemenê Ebdrebû Mensûr Hadî û cîgirê wezîrê parastinê yê Siûdiyê mîr Xalid Bin Selman a li Riyadê de, gelek dozên bigirêk hatin çareserkirin."

‘ÎXWAN DI DIYALOGA SIYASÎ YA LÎBYAYÊ DE BI BINKETIN’

Têkildarî rewşa Lîbyayê jî rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Tora duyemîn a diyaloga siyasî ya Lîbyayê binkeftî bû û li ser mekanîzmayekê ji bo hibijartina serokên meclisa serokatiyê û hikumetê nehat lihevkirin. Nûnera taybet a sekreterê giştî yê NY`yê û seroka şandeya NY`yê ya ji bo piştgiriya Lîbyayê Stephanie Williams jî piştrast kir ku rewşa Lîbyayê hîna xeter e û got rewşa xizmetguzariyê, aborî û saziyên rêveberiyê û diravî xerab e.

Her wiha hêzên îslama siyasî îsrar dikin ku li her herêmekê zêdetirî kesekî hibijêrin û bi vê yekê hewl didin ku kesayetên nêzî xwe li rojhilat û başûrê welêt deynin ser peywirê û rê li lihevkirinên berê yên der barê hin kesayetan de bigirin.”

(cx)