Michael Rubin: Trump hewl da bi rêya plana vekişînê bi hestên amerîkayan bilîze

Lêkolînerê amerîkî Michael Rubin, got Trump hewl da ku bi rêya nexşeya vekişînê ya "Ne stratejîk" bi hestên amerîkiyan bilîze û destnîşan kir ku Jeffrey bi daxuyanîyên xwe hewl da ku ji Trump bixwaze ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne da ku xizmeta Tirkiyê bike.

Michael Rubin: Trump hewl da bi rêya plana vekişînê bi hestên amerîkayan bilîze
27 mijdar, 2020   06:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demên dawî de gelek şîroveyên girêdayî biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, Iraq û Afganistanê derketin. Ew jî di serdema Serokê Amerîkayê Donald Trump ê erka wî bi dawî bûye de hate girtin.

17'ê Mijdara 2020'an de Pentagonê ragihandibû ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara kêmkirina hêzên Amerîka li Iraq û Afganistanê daye.

Nûnerê Amerîka yê berê li Sûriyê James Jeffrey jî der barê hebûna DYA'yê li Sûriyê daxuyanî da û got ku wî jimara rast a hêzên Amerîkayê ji Trump vedişart.

'BIRYARA VEKIŞANDINÊ PLANA TRUMP JI BO BI HESTÊN AMERÎKIYAN BILÎZE'

Li ser mijarê lêkolînerê Enstîtuya Lêkolînê ya Polîtîkaya Giştî ya Amerîkî (AEI) Michael Rubin ji ANHA'yê re axivî û got: "Li gorî dîrokê, amerîkî dikaribûn dûrî rûdanên li cîhanê diqewimîn, bisekinîna. Ji ber em bi rêya qutbûna ji Ewropa û Asya bi navbeynkariya derdoran bi parastinekê dihesîn. Lê belê di dema rêveberiya Woodrow Wilson a 1913 -1921’an de DYA’yê dest bi beşdariya li Rojhilata Navîn û Afganistanê kir. Wê demê aboriya me di krîzekê de bû. Gelek amerîkî pirs dikin ku gelo destwerdana Amerîka li gorî vê lêçûnê ye."

Michael Rubin wiha piştrast kir: "Trump bi rêya bangên xwe yên vekişîna ji Afganistan û Iraqê hewl dida bi hestên amerîkiyan bilîze. Lê ev hest jî di navbera partiya Komarparêz û Demokrat de li ser asteke fireh ne hevbeş e."

Michael Rubin wiha domand: "Trump texmîn die ku vekişîna hêzên li dewletan û tê de jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî heye, dê gefên rastîn li ser DYA’yê rakin. Lê belê Biden girîngiya hevalbendiyan baş fêm dike û tê texmînkirin ku ew di roja yekemîn a desthilata xwe de, her tiştî berovajî Trump bike."

‘DAXUYANIYÊN JEFFREY BI ARMANCA HIŞYARKIRINA TRUMP A VEKIŞÎNA GIŞTÎ YA JI BO XIZMETA DEWLETA TIRK E’

Der barê daxuyanî û gotinên James Jeffrey de ku gotiye wî hejmara rastîn a leşkerên Amerîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Trump re negotiye, Michael Rubin wiha pê de çû: "Jeffrey jî heta astekê berpirs bû û tê texmînkirin hevdîtina wî ya pê serbilind e ya çawaniya mayîna bi sedan ji hêzên Amerîka li Sûriyê bi armanca hişyarkirina Trump li ser vekişîna giştî bû, da ku dewleta Tirk zêdetir razî bike."

 ‘TRUMP NIZANÎ KU HEVKARIYA BI KURDAN RE, KILÎTA QEDEXEKIRINA VEJANDINA DAIŞ’Ê YE’

Li gorî Rubin, niyeta Trump ji vekişînan kêmkirina lêçûna aboriyê ye. Lê tişta Trump kiriye, ne stratejîk bû û nizanî hevkariya Amerîka-Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kilîta qedexekirina vejandina DAIŞ’ê ye.

Michael Rubin wiha bi lêv kir: "Çi vekişîneke Amerîka ji herêmê, dê dewleta Tirk û Îranê li ser hewldana serweriyê beriya Biden were ser desthilatê teşwîq bike. Bi wê re jî paşguhkirina ku Trump bi hêzên Amerîka û hevalbendên Amerîka re pêk tîne, dê lêçûna wê li ser baweriya li DYA’yê bi salan, giran û mezin be."

Michael Rubin wiha gotina xwe bi dawî kir: "Trump beriya ji Koşka Spî derkeve, hewl dide bi hêsanî ji Biden re eşkere bike ku wî karekî nûkar û pratîk kiriye."

(fr)

ANHA