Li Qamişloyê sazî têne dezenfektekirin

 Li bajarê Qamişloyê piştî ku qedexeya giştî dest pê kir, Nivîsgeha Jîngehê a Şaredariya Gel a Qamişloyê dest bi dezenfektekirina sazî û daîreyên giştî kir.

Li Qamişloyê sazî têne dezenfektekirin
Li Qamişloyê sazî têne dezenfektekirin
Li Qamişloyê sazî têne dezenfektekirin
Li Qamişloyê sazî têne dezenfektekirin
Li Qamişloyê sazî têne dezenfektekirin
Li Qamişloyê sazî têne dezenfektekirin
Li Qamişloyê sazî têne dezenfektekirin
Li Qamişloyê sazî têne dezenfektekirin
26 mijdar, 2020   12:34
QAMIŞLO

Li bajarên Qamişlo, Hesekê, Tebqa û Reqayê îro biryara qedexeya giştî kete meriyetê. Qedexe dê heta 5`ê Kanûnê dewam bike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser bendên kontrolê li gelek deverên bajaran danîn. 

Li aliyekî din jî Nivîsgeha Jîngehê ya Şaredariya Gel a Qamişloyê bi armanca rêgirtina li ber koronayê, dest bi dezenfektekirina saziyên civaka sivîl  û daîreyên giştî kir.

Ji rêveberên nivîsgehê Inad Elî da zanîn ku wan ji 25`ê vê mehê de dest bi dezefektekirina daîreyan kiriye û ew ê hemû saziyên li Qamişloyê tevî akademiyan dezefekte bikin.

 (sb)

ANHA