​​​​​​​Li Qendîlê bi şahiyekê Cejna Vejînê dê bê pîrozkirin

Li Binarê Qendîle 42’yemîn salvegera damezirandina PKK’ê anku Cejna Vejînê di 29’ê Mijdarê de bi şahiyekê were pîrozkirin.

​​​​​​​Li Qendîlê bi şahiyekê Cejna Vejînê dê bê pîrozkirin
26 mijdar, 2020   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Binarê Qendîle 42’yemîn salvegera damezirandina PKK’ê di 29’ê Mijdarê de bi şahiyekê were pîrozkirin.  Şahî dê saet sat 12.00’an de dest pê bike û ji aliyê Çand û Hunera Başûrê Kurdistanê ve tê organîzekirin.

Wê di şahiyê de Perwer Caf, Ferîburz Kirmaşanî, Hozan Berbang, Şinyar Necîb, Mistfa Mufeq, Koma Şehîd Serhed, Koma Folklorê ya Dastîna Qendîl, Koma Muzîkê ya Şehîd Viyan Caf û Koma Defê ya Kevana Zêrîn berhemên xwe pêşkêş bikin.

Her wiha dê peykerê şehîd Diyar Xerîb li qada şahiye were danîn.