Peyama şehîd; cîhan dizane PKK’ê ne aşiqê çekê ye, lê ji bo aştiyê hilgirtiye

Şehîd Welat li ser PKK’ê wiha got: "Cîhan dizane ku PKK ne aşiqê çekê ye, lê ji bo aştiyê hilgirtiye" û bi rêya peyama xwe wiha xwezaya Kurdistanê wesif kir: "Wênesazên pisporane li hember xêzkirina wê aciz in û helbestanên herî zîrek nikarin wesfekî hêsan jî li ser bikin."

Peyama şehîd; cîhan dizane PKK’ê ne aşiqê çekê ye, lê ji bo aştiyê hilgirtiye
26 mijdar, 2020   11:43
NAVENDA NÛÇEYA


Tu kes nikare rasteqînî û gewrebûna têkoşer û şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên li gelî û çiyayên Kurdistanê yên bilind û bedew eşkere bike. Ji ber wan têkoşer û şehîdan jiyana xwe di oxira doza gel û gelê xwe û gelên li Kurdistanê de feda kirine û têkoşîna wan a pîroz di dilên bi milyonên mirovên li cîhanê de bandoreke mezin kir. Ji lew re bi hezaran ji tevahî Kurdistan û cîhanê tev li refên wê bûn.

Dema lêgerîna li nava arşîva şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ya ku ji zêdetirî 42 sal in tê dikoşe, girêdana kûr a têkoşîna şoreşgerî ji tevahî aliyên leşkerî, têkoşîn, siyasî, dîplomasî û civakî ya şehîdan hat dîtin, her wiha girêdana wan bi welat ve jî hat diyarkirin. Di wan peyaman de, zimanekî sade heye, her xwendevanekî/ê dikişîne.

/kr/uploads/files/2020/11/26/114539_202411_alrsalh-alawla-1.webp

Ji wan peyaman jî, peyama şehîd Welat Mihemed Sarûxan (Welat) ji bajarê Hesekê yê herêma Cizîrê heye. Şehîd Welat di 1994’an de tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê bû, di 15’ê Nîsana  1999’an de li wîlayeta Botanê şehîd bû û bi rêya peyama xwe wesfa xwezaya Kurdistanê ya bedew dike û her wiha behsa pêşdeçûnên di salên 90’î de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bûne, dike.

 

NAVEROKA PEYAMÊ WIHA YE:

Di destpêkê de, silav û rêzên xwe yên tijî hez û bi xemilandina kulîlên biharê yên di van rojan de dijîn, dişînim.

Ez niha vê peyamê ji serê çiyayên bilind ên Kurdistanê, lûtkeya çiyayê Xantorê û lûtkeya çiyayê Heftanînê dinivîsim, nizanim çawa xwezaya van çiyayan wesif bikim, ji ber wênesazên herî pispor li hember nexşekirina wê aciz in û helbestvanê herî zîrek nikare wesfekî hêsan jî jê re bike. Li her serê çiyayekî bilind, darên berûyê hene, di naverast û jêra wê de kevirên mezin hene ji nav wan keviran kanî û av diherike. Ez texmîn nakim ku tu kes bi awayekî guncaw wesfa xwezaya Kurdistanê bike.

/kr/uploads/files/2020/11/26/114512_202552_alrsalh-alawla-2.webp

Wek hûn dizanin, ji dawiya 1995’an û heta niha de em li hember dijminê Tirk di agirbesteke ji aliyekî ve ne û bi PDK’ê re agirbest heye.

Di havîna 1995’an de, di navbera me û PDK’ê de şerek rû da û sedemên wê diyar in ku PDK’ê tenê berjewendiyên eşîrtî li parçeyekî welat pêk tîne û berjewendiyên gel bi tevahî pêk nayne. Vê jî hişt ku bibe dûvikê dijmin û Ii pêş têkoşîna PKK’ê asteng e û niha jî hûn dizanin ji her du aliyan ve agirbestek heye.

Lê ji bo dijmin, agirbest tenê ji aliyê PKK’ê ve û hê jî berdewam e. Ev cara duyemîn e ku PKK’ê agirbestê radigihîne û cîhanê dizane ku PKK’ê ne aşiqê çekê ye, lê belê aşiqê aştiyê ye.

Vê jî li pêş dijmin şansek çêkir, da ku bi çareseriyê bifikire û ew jî gihaşt rastiya vê yekê ku doza Kurd bi tundiyê çareser nabe, niha jî du li dewleta Tirk du nêrîn der barê mijarê de hene. ya yekemîn, dibêjin; em bi kurdan itîraf bike û mafên wan ên çandî û civakî bidin û bi vê yekê pirsgirêkê çareser bikin û ya duyemîn jî dibêje na, em ê di rêya çareseriya leşkerî de dewam bikin. Ji ber ger me bi kurdan itîraf kir, wê demê bi PKK’ê itîraf dikin û heke me îro mafên hêsan danê, dê sibe Kurdistanê bidin wan.

Niha jî dijmin, hemleyek li piranî herêmên Kurdistanê dest pê kiriye, lê tevî wê jî PKK’ê şer ranegihandiye û agirbest bin pê nekiriye, bi wê re jî helwesta dijmin li qadên dîplomasî girêktir dibe.

Lê der heqê rewşa min a tenduristî, ez baş im, tenê agahiyên li ser we, hevalên li gel we, bi taybet ên ku nas dikim, kêm e.

Min bibexşînin ku peyam ji we re neşandin, beriya niha di Tîrmeha 1995’an de û hatina li qada welat min peyam ji we re şand, lê nizanim gihaştin we yan na.

Li dawiyê silavên xwe ji we, tevahî hevrê û tevahî ferdên malbatê re dişînim.

Têbînî: Ez dixwazim hûn hin wêneyên malbatê û wêneyên min bişînin, her wiha hin wêneyên hevalên ku nas dikim jî bişînin û bibexşînin heke min wêne ji we re neşandin, wek hûn dizanin kamera li gel min tune ye.

(fr)

ANHA