​​​​​​​PJAK: Berhema têkoşîna PKK’ê neteweya demokratîk e ku li ser bingeha azadiya jinan e

 PJAK’ê salvegera damezirandina PKK’ê ya 42’yemîn pîroz kir û diyar kir ku “Berhem û destkeftiyên vê têkoşînê ji bo mirovahiyê, pergala konfederalîzmê û neteweya demokratîk e ku li ser bingeha azadiya jinan e.”

​​​​​​​PJAK: Berhema têkoşîna PKK’ê neteweya demokratîk e ku li ser bingeha azadiya jinan e
26 mijdar, 2020   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya 42’yemîn salvegera damezirandina PKK’ê peyameke pîrozbahiyê weşand.

PJAK’ê ragihand ku PKK’ê 43 salên xebat û têkoşîna xwe ya rûmetê derbas kirin û wiha hate gotin: “Berhem û destkeftiyên vê têkoşînê ji bo mirovahiyê, pergala konfederalîzm û neteweya demokratîk e ku li ser bingeha azadiya jinan e.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Keramet û nirxê ehlaqî û siyasî yê PKK’ê di vê yekê de ye ku bi hêza xwe ve bi rêberiya Rêber Apo karî civaka konfederalî û neteweya demokratîk darijîne û pêşkêş bike. Xeyal û hesteke bi hezaran salan û mirovahiyê bû. Bi xweşikbûn û ronî tevahiya xelkê cîhanê şahidê bandoriya felsefeya azadî û endîşeyên nû yên Rêbre Apo û PKK’ê yên li ser piraniya tevgerên sereke yên cîhanê ye. Acizbûna hegemonya kapîtalîzmê û dewletên dagirkerên Kurdistanê ya ji ber cîhanbûna vê fikir û endîşeyê ye ku nefes li proseya cîhanbûna sermayedariyê çikandiye.

Cihê şanaziyê ye ku yekane hêza cîhanî ye ku ji ber resenbûna şêwaza têkoşîna ji bo gelan, rûbirûyî yekem komploya navneteweyî ya cîhanê bû. Ji ber ku ji pêşkeftina wê ditirsin. Bêguman wê rojekê ev komplo li dijî fermandar û yên pêk anîne vegere. Nîşaneya wê ji niha ve diyare. Şahidin ku tevgera azadîxwaza sosyalîst, feminîst, anarşîst û ciwanan li cihên cuda çavê wan li rêbaz û fikrê Rêber Apo ye. Sedema wê ispatkirina pratîkî û fedekariya hêzên gerîlayên vê rê ne.

Azadîxwaz û neteweyên bindest baş dibînin ku niha ve Rojhilata Navîn bûye navenda aloziya şerê sêyemîn ê cîhanê. Bi dehan dewletên cîhanê Kurdistan kirine navenda vî şerî. PKK û gerîla weke hêza sêyemîn eniya herî mezin a neteweyên bindest li hemberî talankaran û kujeran pêk aniye. Bi zanyarî û hestên bilind ji Tirkiyeyê, heta Îran, Sûriye û welatên din ên Rojhilata navîn piştgiriya gelan dike ku bûye qala talankarî welatên serdest ên cîhanî û herêmî.

Di qonaxa parastina rewa û têkoşînê de zêdetir nêzî azadiyê bûne. Piştrast in ku ji bo gelan û yekîtiya gelên Kurd, Ereb, û Faris PKK diyarî û destkeftiyek bêhempa ya demokrasî û azadiyê ye. Neteweyên din ên herêmê dikarin bi berxwedana rûmetê ya Kobanê, Heftanînê meşaleyên hêviyê li Hewlêr, Amed û Sineyê pê bixin. Erka jin, ciwan, karker, rewşenbîr û çalakvanên civakî weke pêşengên rê vê meşaleyê heta lûtkeya azadiyê hilgirtin.”