Ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeran pêkhateyên Eyn Îsayê daketin qadan

Îro pêkhateyên Kurd û Ereb ên navçeya Eyn Îsayê û gundewarên wê bi xwepêşandaneke girseyî êrişên dawîn ên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku van binpêkirinan rawestînin.

Ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeran pêkhateyên Eyn Îsayê daketin qadan
25 mijdar, 2020   11:38
EYN ÎSA

Xwepêşandana li hemberî êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên ewle, ji Çerxerêya Leşkerî dest pê kir û heta Çerxerêya Şaredariyê ya navrasta navçeyê dewam kir.

Xwepêşandêran pankêrên “Na ji dagirkeriya Tirk re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re, êdî bes e xwînê nerijînin, em dixwazin gel û xaka xwe ji dagirkeriya Tirk rizgar bikin, bes e ji dagirkerkirina xaka me re” û wêneyên şehîdan û alên QSD`ê rakirin.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebû axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî navçeyê û hedefgirtina sivîlan şermezar kir.

Her wiha bêdengiya navneteweyî li hemberî van binpêkirin û di serî de Rûsya ku aliyê garantor e, şermezar kir û hêzên Rûsyayê ku êriş tenê 1 km dûrî baregeha wê pêk tên, ji êrişan berpirsiyar nîşan da.

Hevserokê Mecilsa Kantona Girê Spî diyar kir ku ew pişta xwe didin gel û ciwanên herêmê ku dê herêmên xwe û destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Her wiha berxwedana Hêzên Sûriya Demokartîk (QSD) ku êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmê têk dibin, silav kirin.

Piştî ku xwepêşandan bi dawî bû, şandeyek ji rûspiyên herêmê ku nûnertiya civaka Eyn Îsayê û kantona Girê Spî dikin, berê xwe da baregeha Rûsyayê da ku ji wan bixwazin ku sozên xwe yên rawestandina êrişên dagirkeran li dijî herêmê wan, pêk bînin.

Hêjayî gotinê ye ku ji beriya zêdetirî 40 rojî ve, navçeya Eyn Îsayê bi dijwarî tê topbarankirin. Her wiha êrişên bejahî hemwextî topbaran bi dehan moşekan pêk tên, ku QSD`ê ew êriş têk birin. Ji tirsa topbaranê malbatên navçeyê tevî zarokên xwe li bejahiyê radizin.

(cx)

ANHA