Mala Êzidiyan a li Helebê banga rêzgirtina ji îradeya rêveberiya Şengalê re kir

Mala Êzidiyan a li taxa Şêxmeqsûdê peymana  têkildarî Şengalê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî, hikumetên Iraqê û Hewlêrê kir ku rêzê ji rêveberî û vîna şengaliyan re bigirin.

Mala Êzidiyan a li Helebê banga rêzgirtina ji îradeya rêveberiya Şengalê re kir
25 mijdar, 2020   11:58
HELEB

Mala Êzidiyan a li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê têkildarî peymanên di navbera hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê û Bexdayê de daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser a Şengalê di 23`yê Mijdarê de daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku piştî artêşa Iraqê bi hezaran leşker şandin herêma Şengalê, divê hêz û gelê Kurdistanê parastina gelê Şengalê û êzidiyan ji hemleyên qirkirinê yên nû bikin.

Endama Mala Êzidiyan Newroz Edo bi beşdariya bi dehan endamên Mala Êzidiyan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ola êzdayetiyê ji kevntirîn olên li Mezopotamyayê û Rojhilatê Navîn e û êzidî rastî bi dehan ferman û hemleyên qirkirinê hatine, ya herî dawîn jî 3`yê Tebaxa 2014`an bû, dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî herêma Şengalê kir û dewleta Tirk jî destek da wan.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Heke Tevgera Azadiya Kurdistanê û Hêzên Parastina Gel destwerdan nekira û ji bo kesên ji komkujiyê reviyabûn, korîdorek venekira, dê bobelateke kambaxtir rû bida. Lê dîsa jî ji ber vê êrişî bi hezaran sivîl hatin qetilkirin, birîndar bûn û hatin revandin, li hemberî van êrişan pêşmerge li pêş çavên hêzên Iraqê ji Şengalê derketin."

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî gelê Şengalê xwe bi rêxistin kir, Şengal ji çeteyan rizgar kir, hikumeta Iraqê û hikumeta Kurdistanê di 9`ê Mijdarê de bêyî ku li gelê Şengalê vegerin, peyman mohr kir. Ji ber vê metirsiya dubarekirina komkujiyên li dijî şêniyên Şengalê xwe dide der, nexasim ku DAIŞ hîn bi dawî nebûye û dewleta Tirk destwerdanê dike.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku ew wek Mala Êzidiyan a Helebê peymanên têkildarî Şengalê ku şêniyên Şengalê tê de beşdar nebûne, şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî, hikumetên Iraqê û Hewlêrê dikin ku rêzê ji rêveberî û vîna şengaliyan re bigirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Tzb8n2SnBXg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>