Kongreya Star bi boneya 25’ê Mijdarê banga têkoşînê kir

Kongreya Star bi daxuyaniyekê îşaret bi têkoşîna jinan a ji bo azadî û demokrasiyê kir û banga bilindkirina têkoşîna li dijî êrişên sîstematîk ên li ser jinan kir.

Kongreya Star bi boneya 25’ê Mijdarê banga têkoşînê kir
25 mijdar, 2020   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongreya Star bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê daxuyaniyeke nivîsî weşand û bal kişand ser têkoşîna jinan a ji bo azadî û demokrasiyê û hate xwestin ku li dijî êrişên organîze yên li dijî jinan, jin xwe bi rêxistin bikin.

Di daxuyaniyê de têkoşîna Xwişkên Mîrabal ku di 25´ê Mijdara 1960´î de li Komara Domînîkê dema li dijî dîktatoriya Trîjîllo tê koşiyan, bi awayekî hovane hatin qetilkirin, hate bibîrxistin û hate gotin ku divê li dijî zilm û zîhniyeta baviksalar, jin ji bo birêxistinbûna hevbeş û parastina cewherî ya jinan, li hemû cîhanê li dijî faşîzmê, kapîtalîzmê û tundiya zilamên serdest û dewletê bênavber li ber xwe bidin.

Di berdewama daxuyaniyê de komkujiya ku di 23´yê Hezîrana 2020´an de li gundê Helincê yê Kobanê li dijî 3 jinan pêk hat, hate bibîrxistin û wiha hate gotin: “Qirkirina jinan ku li Efrînê rû dide, amadekariya Fermana 75'an a li dijî Şengalê ye ku bi piştgiriya PDK’ê tê meşandin, nîşan da ku hikumeta faşîst AKP-MHP’ê û Erdogan di şexsê jinên Kurd de li dijî jinên berxwedêr û jinên Rojhilata Navîn ku pêşengiya şoreşa duyemîn a jinan dikin, dijminahiyê dimeşîne û ji ber ku li dijî planên wan ên dagirkeriyê derdikevin, ji van jinan tolê hildide.”

Di daxuyaniyê de rewşa jinên Bakur Rojhilatê Sûriyê jî hate nirxandin û têkoşîna jinan bi van gotinan hate ravekirin: “Em jinên Rojava, bi biryar in ku li hemberî êrişên ku li dijî welatê me û gelê me rû didin rawestin û van êrişan bi avakirin û pêşxistina şoreşa jinan pûç bikin. Me bi çalakî û berxwedana xwe ya îsal ev biryardariya xwe nîşan da. Tevî êrişên dewleta Tirk, em rojane li dijî êrişên piralî yên li hemberî jinê jî bênavber li ber xwe didin û tê dikoşin. Herêma me hîn jî herêmeke şer e û di serî de dewleta Tirk a dagirker, li vê herêmê gelek hêz bi awayekî berfireh dixwazin jinan bi rêya fihûş, sîxurtî, destdirêjî û madeyên hişber bixînin û bê nasname bihêlin. Tundiya li dijî jinê, zewaca di temenê piçûk de û xizaniya ku ji ber qeyrana aborî ya giran rû dide û hwd. Mijarên ku em rojane li dijî wan têdikoşin. Her wiha têkoşîna ku em li Rojhilata Navîn pêş dixin, bi welatê ku em lê dijîn re sînordar nîn e. Em di heman demê de li dijî pergala hegemonîk a giştî anku zilamtiya hegemonîk li ber xwe didin.”

Di daxuyaniya xwe de behsa projeyên Kongreya Star ên sala 2021’an hate kirin û û wiha hate gotin: "Li hemû qadên xwe em ê xebatên perwerdeyê hîn bi berfirehî bimeşînin. Perwerdekirina hemû civakê û li welatê xwe rawestandina tundiya li dijî jinê ji bo sala pêş armancên me yên sereke ne. Bi zanistiya ku hemû tundiya li dijî jinê polîtîk e û bingeha xwe ji îdeolojiya zayendîperestî digire, ji bo armancên xwe yên sala 2021´ê pêk bînin em ê di nav hewldanan de bin. Weke jinên ji Bakur Rojhilatê Suriyê, em ê dîsa şoreşa xwe ku hêvî dide hemû jinên cîhanê bi israr, dilxwazî û êvîndariyeke mezin bihûnin û bi pêş bixin.“

Di dawiya daxuyaniya xwe de hemû jinên ku ji bo pêkanîna şoreşa mirovahiyê canê xwe dane, hatin bibîranîn û ev tişt hate gotin: “Em bang li hemû jinên ku di her kêlî û di her qada jiyanê de têkoşîna azadiyê bê navber didomînin, dikin ku ji bo fermana 75’an a Şengalê rû nede, piştgirî û hêzê bidin berxwedana jinên Şengalê.”

ANHA