Riyad Derar: Divê hemû aliyên muxalîf bi hev re kar bikin

Riyad Derar tekez kir ku panelên MSD`ê tabloyeke demokratîk nîşanî hemû beşên civakê da û got “Em rêzdariyê ji nêrîna hemû aliyên muxalîf re digirin û wek xaleke rêzgirtinê dihesibînin. Divê em hemû bi hev re kar bikin.”

Riyad Derar: Divê hemû aliyên muxalîf bi hev re kar bikin
25 mijdar, 2020   11:30
HESEKÊ

Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê ya MSD`ê ku li bajarê Hesekê tê lidarxistin, dewam dike. Piştî axaftina hevseroka MSD`ê Emîne Omer, hevserokê MSD`ê Riyad Derar bi rêya tora Zoomê beşdarî kongreyê bû.

Derar got: “Kongre wek xalên sereke yên di navbera du qonaxan de tê binavkirin. Qonaxa yekê tecrubeya Rêveberiya Xweser a li herêmê ye, qonaxa duyem jî hewldanên pêşxistin û gihîştina armancên vê rêveberiyê ne, wekî peydakirina ewlehî û îstiqrarê û avakirina binesaziyekê ku xizmeta vê projeyê dike.”

Riyad Derar destnîşan kir ku panelên MSD`ê tabloyeke demokratîk nîşanî hemû beşên civakê da, ji ber ku hemû rêxistinên civakî û di nav de yên ji derveyî Rêveberiya Xweser û saziyên wê beşdarî panelan bûn û wiha domand: “Em rêzdariyê ji nêrînên hemû aliyên muxalîf re digirin û wekî xaleke rêzgirtinê dihesibînin. Divê em hemû bi hev re kar bikin.”

Her wiha Derar diyar kir ku wek Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ew ji bo Sûriyeke yekbûyî kar dikin û wiha pê de çû: “Me ew yek ji hemû aliyên hundirîn û derve, hikumet û muxalîfan jî diyar kir. Em bi opozîsyona rasteqîn ku ji bo Sûriyê kar dike, bawer in. Em piştgiriya wê dikin da ku armancên vê şoreşê pêk bîne û jiyaneke birûmet û azad peyda bike.”

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar di dawiyê de tekez kir ku hewldanên wan ên parastina welat û yekitiyê berdewam in û got: “Em dibêjin, em di qonaxa şoreşê de ne. Em hîna bi rihê şoreşê kar dikin, ne bi zîhniyeta dewletê. Em ê bi vê yekê bigihêjin ewlehî û îstiqrarê.”

Tê payîn ku kesên din ji derveyî Sûriyê bi rêya tora Zoomê beşdarî kongreya MSD`ê bibin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Rk0c3de8Xms" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>