SOHR: 8 endamên hêzên alîgirên Îranê hatin kuştin

SOHR’ê diyar kir ku 8 endamên hêzên alîgirên Îranê û yên Hizbullaha Lubnanê di encama bombebarana ku Îsraîlê li dijî başûrê Şamê û Quneytera de pêk aniye, hatine kuştin.

SOHR: 8 endamên hêzên alîgirên Îranê hatin kuştin
25 mijdar, 2020   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku 8 endamên komên alîgirên Îranê û yên Hizbullaha Lubnanê yên biyanî, di encama bombebarana Îsraîlê de ya li dijî çiyayê El-Manî yê gundewarên başûrê Şamê, hatin kuştin.

Li gorî SOHR'ê Îsraîlê navend û embarên çek û moşekên Îran û Hizbullahê yên li çiyayê El-Manî kirine hedef.

Ajansa SANA jî ragihandibû ku Îsraîlê li dijî başûrê Şamê êrişeke asîmanî pêk anî, li gorî ajansê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên leşkerî, bombebaran seat di 23:50'an de pêk hat.

Li gorî SOHR'ê dibe ku hejmara kuştiyan dê zêde bibe, ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e, her wiha tevî agahiyên ku kuştî hene.

(dm)