Yekitiya Rewşenbîran bi boneya 25`ê Mijdarê daxuyaniyek da

Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê bi daxuyaniyekê bang kir ku tevahiya saziyên mafnas û yên jinan ên Rêveberiya Xweser ji bo garantiya mafên jinan koordîneya xwe bi desteyên mafên mirovan re çêkin.

Yekitiya Rewşenbîran bi boneya 25`ê Mijdarê daxuyaniyek da
25 mijdar, 2020   11:07
 KOBANÊ

Bi boneya 25`ê Mijdarê Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina mafên xwe yên xwezayî  û qanûnî ku bi selan e jê bê par mane, silav kir û hêvî kir ku sala bê tundiya li ser jinan nemîne.

Di heman demê de yekitiya rewşenbîran di daxuyaniyê de ev yek piştrast kir: "Tundiya li ser jinan tê meşandin, ji bo mafên microvan, nexasim ji bo mafên jinan, binpêkirin û xetere ye, ji ber gelek caran bandora vê tundiyê demeke dirêj dimîne û dibe ku tehdeyê li jiyana jinan bike, ev jî nayê pejirandin."

Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê di dawiya daxuyaniyê de ev pêşniyar kirin:

- Divê ji bo jinên tundî li ser wan tê kirin, ji bo dozên jinan sîstemeke wekhev were avakirin û hîn zêdetir girîngiyê bidin dozen civakî.

- Ji bo garantiya mafên jinan di dozan de divê sîstemeke kar were diyarkirin.

- Divê endamên saziyên hiqûqê der barê dozên jinan de ku tundî li ser wan tê meşandin, perwerde bibin.

- Divê yekitiya kar û xebata hemû saziyên mafnas, jinan û desteyên serbixwe yên mafên mirovan çêbe, da ku bernameyên pêşxistina zanistî û perwerdeyê bi pêş bikevin.

(eh)

ANHA