Li Eyn Îsa şer û pevçûnên dijwar, 8 sivîl birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Eyn Îsayê dikin, li herêmê di navbera hêzên dagirker û hêzên QSD’ê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Heya niha di encama êrîşan de 8 sivîl birîndar bûne.

Li Eyn Îsa şer û pevçûnên dijwar, 8 sivîl birîndar bûn
24 mijdar, 2020   01:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji nîvê şevê û vir ve bi dijwarî êrîşî Eyn Îsayê dikin. Di encama êrîşan de heya niha bi sedan top li navenda bajar ketine. Li aliyê din di navbera hêzên dagirker ên ku xwestin gundê Mealik, Seyda û kampa Eyn Îsa dagir bikin û QSD’ê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me Zana Seydî ji herêmê ragihand di encama êrîşan de heya niha 8 sivîl birîndar bûne. Şer û pevçûn hîna jî li herêmê berdewame.

ANHA