​​​​​​​QSD'ê 3 çete girtin

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê ragihand ku yekîneyên wan ên taybet bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî 2 çalakî pêk anîn, di encamê de 3 çete girtin.

​​​​​​​QSD'ê 3 çete girtin
23 mijdar, 2020   14:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandê ya Hêzên Sûriya Demorkratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ên taybet û hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya 20 û 22'ê Mijdarê du çalakiyên hevpar li dijî şaneyên DAIŞ'ê pêk anîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çalakiya 20'ê Mijdarê ya li rojavayê Dêrazorê de 2 "Terorîst" hatin girtin û şaneyeke texrîbî ya girêdayî DAIŞ'ê hate tunekirin.

Her wiha hate gotin ku yekînteyên taybet 22'yê Mijdarê "Terorîstek" li rojhilatê navçeya Şedadê li nêzî sînorê Iraqê girt ku hewl dide çek û madeyên teqemeniyê di sînor re derbas bike.

ANHA