‘Ma kurê min çi kiriye heta ku artêşa Tirk wî topbaran bike?’

Dayika zarokê ku duh li navçeya Eyn Îsa birîndar bûbû, bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û dawî li êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlan û zarokan bînin.

‘Ma kurê min çi kiriye heta ku artêşa Tirk wî topbaran bike?’
23 mijdar, 2020   13:16
EYN ÎSA

Duh artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê êrişî navçeya Eyn Îsa kir, di encamê de 3 sivîl birîndar bûn ku di nava wan de zarokekî 3 salî jî hebû.

Zarokê bi navê Mehmûd Zêdan dema artêşa Tirk navçe topbaran kir, bi birayên xwe re dilîst û parçeyej li serê wî ket û birîndar bû.

Dayika Mehmûd; Îlham Ziyab got dema artêşa Tirk navçe topbaran kir, kurê wê li baxçeyê li hemberî malê bi birayên xwe re dilîst û wiha dewam kir: "Dema topbaran çêbû, ez yekser çûm da ku zarokên xwe bînim malê. Lê min dît Mehmûd ji serê xwe birîndar bûye û min ew yekser bire Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş."

Îlham Ziyab got: “Ma gelo çi gunehê van zarok û sivîlan heye ku artêşa Tirk wan topbaran dike?”

Di dawiyê de Îlham bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin û dawiyê li êrişan bînin.

Ji 16’ê Cotmeha derbasbûyî ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe têketin û derdora navçeya Eyn Îsayê topbaran dikin. Di encamê de gelek sivîl birîndar bûn û zarokê bi navê Hatim Zêdan El-Hemîda yê 9 salî jiyana xwe ji dest da. Li hemberî van êrişan Rûsy ku çavdêriya agirbestê dike, bê deng e.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dBjMzdrPbvs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>