​​​​​​​Koçberên Efrînê: Bêdengiya Rûsyayê jiyana bi hezaran sivîl dixe xeteriyê

Koçberên Efrînê yên li navçeya Til Rifetê dimînin, destnîşan kir ku armanca artêşa Tirk ji armanckirina sivîlên li kantona Şehbayê valakirina herêmê ji şêniyên wê ye û berfirehkirina rûbera  dagirkeriyê ye. Şêniyan hêzên Rûsyayê û Sûriyê berpirsên kiryarên dagirkeriyê dibînin.

​​​​​​​Koçberên Efrînê: Bêdengiya Rûsyayê jiyana bi hezaran sivîl dixe xeteriyê
23 mijdar, 2020   05:29
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên Ezaz, Mari û Efrînê bi cih bûne, hîn jî koçberên li gundên kantona Şehbayê dikin armanc. Rojana gundên Beylonê, Merenaz, Şêx Îsa, Şewarxê, Keleha Şewarxê ji wan gundên navçeya Şêrewayê rasterast dibin armanc. Artêşa Tirk û çeteyên xwe li pêşberî çavên hêzên Rûsyayê û Sûriyê ku li herêmê xwe wekî garantor dibînin, van êrişan pêk tîne û bi van êrişan dixwazin şêniyên koçber bibin û herêm vala bibe.

Ji dema ku şêniyên Efrînê bi darê zorê ji malên xwe yên li herêmên Şehbayê koçber bûne, artêşa Tirk li dijî koçberên li kampan û malên hema bêje wêrankirî ne, sûcan pêk tîne.

Hejmara koçberên ji Efrînê û şêniyên Şehbayê yên li navçeya Tirl Rifetê dimînin, zêdetirî 20 hezar welatiyan e û artêşa Tirk bi topên di nava civaka navneteweyî de qedexekirîne, êrişî koçberan dike, lewma jiyana wan di xeteriyê de ye.

Di vê çarçoveyê de şêniyên Efrînê yên li navçeya Til Rifetê dimînin, nêrînên xwe anîn ziman û gotin ku kiryarên artêşa Tirk bi kar tîne derexlaqî ne, dijberî qanûnên navneteweyî yên parastina mafên koçberan dike. Şêniyên Til Rifetê hêzên Rûsyayê û Sûriyê berpirsên sûcên li dijî wan tên pêkanîn, dibînin. 

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Rifetê Mihemed Henan piştrast kir ku artêşa Tirk a dagirker koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê dike armanc nexasim li navçeya Til Rifetê. Ji ber vê yekê jiyana 20 hezar sivîlan di xeteriyê de ye.

Mihemed Henan destnîşan kir ku artêşa Tirk şênî ji malên wan koçber kir, niha jî bi topan êrişî şêniyên li Şehbayê dike û hewl şêniyan bitirsîne û vîna wan bişkîne.

Mihemed Henan bal kişand ser nuqteyên hêzên Rûsyayê û wiha pê de çû:"Li navçeya Til Rifetê û gundên wê baregehên hêzên Rûsyayê hene, jixwe Rûsya xwe li herêmê wekî ganator dibîne, dewriyeyan li Til Rifetê pêk tîne, lê dema artêşa Tirk û çeteyên xwe êriş dikin, qet helwestekê nadin."

Mihemed Henan pirsa sedema bêdengiya Rûsyayê ji sûcên artêşa Tirk li dijî sivîlan pêk tîne kir û wiha axaftina xwe dewam kir:"Nama baweriya koçberên li kantona Efrînê dimînin bi hêzên Rûsya û Sûriyê tê, ji ber nikarin parastina koçberên li Şehbayê dimînin bikin."

Li aliyê din jî welatiya bi navê Emîna Silêman jî axivî û ev yek anî ziman:"Artêşa Tirk û çeteyên xwe li dijî koçerên li Şehbayê dimîn komkujiyan pêk tînin û rojane topên wan li ser serê me ve dibarin."

Emîna Silêman bi lêv kir ku ew li kantona Şehbayê di rewşeke dijwar re derbas dibin, ji ber seqema demsala Zivistanê dijwar e, lê dîsa jî da ku vegerin warê xwe li ber xwe didin.

Welatiyê bi navê Mihemed Ismaîl bang li rêxistinên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin, sînorekî ji sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê re deynin û dorpêça hikumeta Şamê li ser herêmê ferz kiriye, rakin.

(eh)

ANHA