​​​​​​​Jinan çîrokên xwe yên tundiyê vegerandin çavkaniya hêzê

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinan çîrokên xwe yên bi tundiyê re vegerandin hêz û têkoşînê, her wiha bi tevlêbûna li saziyên Rêveberiya Xweser merheleya tundiyê derbas kir.

​​​​​​​Jinan çîrokên xwe yên tundiyê vegerandin çavkaniya hêzê
23 mijdar, 2020   01:09
QAMIŞLO-SILAVA ABDUREHMAN

Rewşa jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya şoreşa 19’ê Tîrmehê mîna rewşa bi milyonan a jinên li cîhanê bû. Jin ji aliyê malbat, hevjîn û civakê ve li beramber qetilkirin, tecawîzkirin, tundiya cesedî û derûnî ye. Her wiha bi derketina çeteyên cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û piştre DAIŞ’ê jiyana jinan bû dojeh.

Lê rewş bi destpêkirina şoreşê ya bi navê şoreşa jinê hatiye binavkirin hat guhartin, jinan li ser tevahî astan li herêmê pêngaveke dîrokî bi dest xist û jinên tevahî azarên tundiyê kişandine, bû pêşengên li dijî tundiyê.

Her wiha jinên ku azarên tundiya cesedî û derûnî di civakê de kişandine, niha di civakê de pêşeng in û roleke fermandarî di saziyên sivîl, leşkerî û siyasî de dilîzin.

25’ê Mijdarê, Roja Cîhanê ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan e û bi vê boneyê tecrûbe, çîrokên jinên azar dîtine yan jî bûne şahidên wê di civakê de hatin şopandina ku tecrûbeyên xwe kirin hêz û di sazî û meclisên rêveber ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk tînin.

ÇîROKA ZEWACA TEMEN BIÇÛK Û PIŞTÎ MIRINA HEVJÎNA WÊ NÊZÎKATIYA CIVAKÊ JÊ RE

Ferhe Mihemed Bekir, ji şêniya navçeya Til Birakê ya girêdayî Qamişlo ya herêma Cizîrê ye, di 17 saliyê de ji mêrekî bi 7 salan jê mezintir re zewicî. Hevjînê wê di 2012’an de bi destê endamên hêzên hikumeta Şamê hat qetilkirin û 3 zarok li pey xwe hiştin.

Piştî hevjîna wê mir û ew di temenê 20 saliyê de ye, çavên civakê pêngav bi pêngav li pey wê bû. Her wiha zexta malbata wê û malbata hevjînê wê li ser wê zêde bû û xwestin ku di malê de bimîne, ji ber bê hevjîn ma û dayika 3 zarokan e.

Li gorî kevneşopiyan, civak ji jina ku hevjînê xwe tune ye nêz dibe, bi taybet ên ku zarokên wê hene. Di vê rewşê de da ku zarokên xwe ji dest nede yan dê bi birayê hevjîna xwe re bizewice yan jî malbata wê bibe ku bi kalemêrkî re bizewicîne.

Ferhe Mihemed Bekir li hember van tevî nêzîkatî û nêrînên civakê jê re bû, her wiha di her pêngavekê de dihat lêpirsînkirin. Piştre Mala Parastina Jinan li navçeya Til Birakê di 2016’an de çêbû tev lê bû, bi wê re bû yekemîn jina ku li malê dixebite.

Tecrûbeya wê ya temen biçûk û têkoşîna wê ya bi derdor û zarokên xwe re, bû tecrûbeyeke zindî û alîkariya jinên navçeyê kir û ber bi rêya rast ve nîşan da, ji tundiyê parastin û ya herî girîng jî li dijî zewaca temen biçûk têkoşiya.

Piştî sal û nîvekê ji xebata li Mala Jinan, Ferhe Mihemed Bekir bû endama rêveber a Komîteya Parastina Meclisa navçeya Til Birakê.

ÇÎROKA DUYEMÎN JÎ, ŞAHIDÊ TUNDIYA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê BÛ

Hê jî çîrokên azarên ku jinan di dema serweriya çeteyên DAIŞ’ê li ser hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi taybet li ser jinên navçeya Til Birakê di mejiya hin jinan de jîndar e.

Mencî Salim Xalid, ji gundê Werdî yê girêdayî navçeya Til Birakê ye, di gelek azarên bi destê çeteyên DAIŞ’ê de yên di 2014-2015’an de, derbas bû.

Mincî Salim Xalid wiha got: "Piranî mêr û jin hatin girtin, revandin, qetilkirin, û di îşkencekirina derûnî, cesedî û cinsî re derbas bûn. Wê jî bandoreke neyênî ya tund çêkir û bû şahid ku serê pismamê xwe li çerxeriya Simêhan bi dema rojan dît daliqandî bibîne."

Piştî wê bi çend rojan çeteyên DAIŞ’ê mala Mincî Salim Xalid dorpêç kir, da ku wê, bira û keçên xizmên wan birevîne. Lê belê xwe rizgar kir û revî."

Di dema serweriya DAIŞ’ê li herêmê de, bandoreke neyê li ser derûnî û jiyana Mincî Salim Xalid çêkir. Lê belê piştî QSD’ê di 2016’an de Til Birak rizgar kir, şêniyan meclis û rêveberiya xwe ya taybet ava kir û jiyaneke nû ya rêxistinkirî û ewleh dest pê kir.

Tişta ku Mincî Salim Xalid jiyaye, xwest ku vegerîne rêbazekê ku pê piştevaniya parastina şênî û gelê xwe bike. Piştre di saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk de xebitî û bû cîgirê hevserokatiya hevbeş a meclisa navçeyê.

Mincî Salim Xalid wiha domand: "Ev tevahî bûyer li pêş pêşketin û rola min di civakê de nebû asteng, lê belê tiştê bûme şahidê wê û azar ji ber kişandin, min vegerand têkoşînekê."

ÇÎROKA SÊYEMÎN, JI KARÊ MALÊ BER BI SIYASETMEDAREKÊ VE

Hin jî karên nû kirin û bûn jinên siyasetmedar di civakê de û girîngiyê didin civak û rêvebirina wê. Lê belê karê malê dikir, zarok û malbat xwedî dikir.

Hevseroka PYD’ê ya navçeya Til Birakê Elya Uwês wiha got: "Tu rola me di civakê de ji bilî xwedîkirina zarokan û mayîna li malê tune bû. Ez jî ji wan jinên ku ji hêla civak û malbatê ve di tundiyê re derbas bûme. Lê belê piştî damezrandina Rêveberiya Xweser, ez ji wê qalibê civak û malbatê derketim."

Elya Uwês niha li ser rêxistina jinên navçe û bajarokên girêdayî wê ji aliyên siyasî, civakî û rêxistinî ve disekine û çavdêriyê li ser zanîn, rênîşan û perwerdekirina wan a fikrî, siyasî û çandî dike û pirsgirêkên wan çareser dike.

Elya Uwês da zanîn ku ew bi bilindkirina dengê jinan di civakê de ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, bi taybet piştî têkbirina tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê kêfxweş e.

ÇÎROKA ÇAREMÎN, JI BER LI PÊŞ MALA XWE SEKINÎBÛ TUNDÎ LÊ HAT KIRIN

Rewşa jinên navçeya Til Birakê pir trajedîk bû. Her wiha çeteyên DAIŞ’ê yên ku jin wek bazariyekê ji bo kirîn û firotin bi kar dianî, hovanetirîn sûc li dijî jinan pêk dianîn.

Tenê ji bo ku Enod Newaf Hacî ji malê derketiye pêş derî û cilên reş li xwe nekirine tundî lê hat kirin. lê çeteyan bi dûrbînê dît ku ew bê cilên reş derketiye ber derî.

Dema çeteyan ew bê cilên reş dît, bi çekên giran êrişî male kir, mal dorpêç kir û jê xwest ku xwe radest bike mîna ku sûcekî mezin kiriye. Lê piştî axaftinên di navbera xwe de, ew bi çend saetan vekişîn.

Ji wê rojê de, Enod Newaf Hacî biryar da ku ji mal dernekeve. Ew jî heta piştî navçe bi destê QSD’ê hat rizgarkirin û bi wê re jî biryar da ku derkeve û tev li xebatê be, di komîteya tenduristiyê de xebitî û bû endameke rêveber a komîteya tenduristiyê ya Til Birakê

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2zL6h2h7we0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>