‘Divê rêxistinên hiqûqî û yên jinan êşên jinên ji Sûriyê paşguh nekin’

Jinan li kantona Şehbayê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê daxuyaniyek da û got "Divê rêxistinên hiqûqî û yên jinan êşên jinên ji Sûriyê di ber çavan derbas bikin û di çareserkirina aloziya Sûriyê de bibin mînak."

‘Divê rêxistinên hiqûqî û yên jinan êşên jinên ji Sûriyê paşguh nekin’
22 mijdar, 2020   13:50
ŞEHBA

Bi dehan endamên Meclisa Kantona Şehbayê û Meclisa Jina Azad tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Wêneyên Nêrgiz Dawod û Velentîna Erselan û jinên ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatine kuştin, hildan.

Endama Meclisa Kantonê Sîham Elo bi zimanê erebî û Ofê Bekir bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de çîroka her Xwişkên Mîrabal a sala 1960`î û çawa hatine kuştin û bûn semboleke azadiyê li Domînîkê, hate vegotin. Her wiha hate destnîşankirin ku pergala serdestiya mêran tevahiya cureyên tundiyê li dijî jinan pêk anîne da ku vîna jinan bişikîne û rê nedinê da ku mafên xwe bi temamî pêk bîne.

Jinan da xuyakirin ku jin di aloziya Sûriyê de rastî tevahiya cureyên tundiyê tên, nexasim herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine. Ji ber wê jinan bi rêya daxuyaniyê bang li tevahiya jinên Sûriyê kir ku li ber xwe bidin û tê bikoşin û soza avakirina têkiliyan bi jinên sûrî re da ku her roj bibe roja têkoşîna li dijî tundiyê, da.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî yên jinan hate kirin da ku ji bêdengiya xwe derkevin û rewşa jinan li Sûriyê di ber çavan re derbas bikin da ku di çareserkirina aloziya Sûriyê de bibe mînak.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wjaVYWLy6VM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>