Şandeya KNK`ê li Silêmaniyê bi Tevgera Azadî re civiya

Îro şandeyeke KNK`ê bi Tevgera Azadî re civiya. Her du aliyan rewşa siyasî ya Başûrê Kurdistanê û siyaseta PDK`ê, nîqaş kirin.

Şandeya KNK`ê li Silêmaniyê bi Tevgera Azadî re civiya
22 mijdar, 2020   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevdîtinên şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Başûrê Kurdistanê didomin. Di wê çarçoveyê de KNK`ê îro serdana Navenda Giştî ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) ya li Silêmaniyê kir.

Di hevdîtinê de her du aliyan qala rewşa Başûrê Kurdistanê, aloziya dema dawiyê û liv û tevgera leşkerî ya PDK`ê, hate kirin. Her du aliyan tekez kir ku çareserî bi rêya diyalogê pêkan e.

Her wiha diyar kirin ku ji bo parastina destkeftinên gelê Kurd û şikandina pilanên dagirkeran, pêwîste kongreya neteweyî bê lidarxistin.

(cx)