El-Qaîdeyê li bakurê Afrîkayê serçeteyekî nû diyar kir

Piştî kuştina serçeteyê El-Qaîdeyê yê li Bakurê Afrîkayê di Hezîrana borî de, El-Qaîdeyê serçeteyekî nû hilbijart.

El-Qaîdeyê li bakurê Afrîkayê serçeteyekî nû diyar kir
22 mijdar, 2020   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera “SITE" ku malperên "tevgerên tundraw" dişopîne, ragihand ku piştî kuştina serçeteyê bi navê Ebdulmalik Derokal ji aliyê hêzên Fransayê ve, şaxê El-Qaîdeyê li Bakurê Afrîkayê serçeteyekî nû diyar kir.

El-Qaîdeyê eşkere kir ku serçeteyekî din ê ji Cezaîrê yê bi navê Şêx Mucahid Yezîd Mubarek ku bi navê Ebû Ubeyde Yûsiv El-Enabî tê nasîn, hilbijartiye.

(dm)