Têkildarî xebata ragihandinê li herêmên Rêveberiya Xweser biryarnameyeke nû

Nivîsgeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku ew ê nasnameyên nû bidin rojnamevanan da ku kar bi awayekî rêk û pêk û baştir were birêvebirin.

Têkildarî xebata ragihandinê li herêmên Rêveberiya Xweser biryarnameyeke nû
22 mijdar, 2020   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Çapemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca birêxistinkirina xebata ragihandinê li herêmên Rêveberiya Xweser û rêgirtina li pêşberî kêmasiyan, bi taybet derbarê kart û erkên ku ji bo hêsankirina karên rojnemevan û nûçegihanan hatibûn dayîn, biryarnameyeke nû derxist.

Biryarname wiha ye:

“ - Divê rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nasnameyên berê yên ragihandinê bi kar neynin, hem ên ku Meclisa Bilind a Ragihandinê dane wan hem ên ku Yekitiya Ragihandina Azad û hem jî nasnameyên taybet bi dezgehên ku nûçegihan lê dixebitin, dabin wan. Rojnamevan divê nasnameyên nû yên ku Nivîsgeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dabin wan, bi kar bînin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê nasnameyên berê ji rojnamevanan wergirin û dema nasnameyên berê werin bikaranîn, dê hesab ji rojnamevanan were xwestin.

- Ji dîroka ragihandina vê biryarnameyê ve dê aktîfkirina pelên erkên ragihandinê werin rawestandin û dê erka ragihandinê ya nû bikeve meriyetê.

- Erkên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn dane rojnamevanan, têne rawestandin, li şûna wan ên nû dê bêne bikaranîn. Lê di rewşên awarte de dê Nivîsgeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya nivîsgehên ragihandinê yên Rêveberiyên Xweser û Sivîl tedbîran bigirin û bi aliyên peywendîdar re pirsgirêkê çareser bikin.

- Nûçegihan nikarin nasnameyên ku saziyên ragihandinê ji bo xebatkaran derdixin (nasnameyên endamtiyê) ji bo kar û ne jî şopandina di xebatên derveyî saziyê de bi kar bînin.”

Hevserokê Nivîsgeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Amir Murad têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku li gorî vê biryarnameyê, dê hemû kartên ragihandinê yên berê werin rawestandin.

Amir bi bîr xist ku armanca wan ji vê biryarnameyê ew e ku yekkirina kartên ragihandinê çêbe, nexasim ku kartên berê pirsgirêk derdixistin, ji ber ku ji hêla gelek aliyan ve dihatin derxistin.

Têkildarî mekanîzmaya wergirtina kartên nû, Amir Murad da zanîn ku tevahiya rojnamevan û nûçegihan û saziyên ragihandinê dikarin li nivîsgehên ragihandinê yên Rêveberiya Xweser û Sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerin. Amir got heta ev kart derkevin dê belgeyekê bidin rojnamevanên ku divê bi rêya nivîsgehên ragihandinê derxin, lê dê ev belge demkî be, rojnamevan dikarin karên xwe pê bimeşînin heta kartên nû derkevin.

(eh)

ANHA