Îranê gefa “bersiveke xurt” li dijberên xwe yên li Sûriyê xwar

Îranê kuştina endamên Feyleq El-Quds di êrişa Îsraîlê ya dawî de li Sûriyê derewand û gefa “bersiveke xurt” li kesên ku dixwazin hebûna wê ya "şêwirî" li Sûriyê têk bibe, xwar.

Îranê gefa “bersiveke xurt” li dijberên xwe yên li Sûriyê xwar
22 mijdar, 2020   10:17
 NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xatîbzade got: “Em piştrast nakin ku şervanên Feyleq El-Quds di êrişa Îsralî de hatine kuştin. Îsraîl dizane ku dema lê bide, bi dawî bûye, lewra divê baldar be."

Xetîbzade got Îran ji bo “şêwirê” li Sûriyê ye û gefa “bersiveke xurt” li dijberên hebûna xwe ya Sûriyê xwar.

Li gorî raporên çapemeniyê, di êrişa asmanî ya artêşa Îsraîlê de roja çarşemê li dijî nuqteyan li başûrê Sûriyê, herî kêm 10 kes hatibûn kuştin.

Piştî êrişan, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştrast kir ku welatê wî, rê nade bicihbûneke Îranê li Sûriyê.

(şx)