​​​​​​​Ji bo ku ji îşkenceyê xilas bibe mala xwe ji çeteyan re hişt

Salim Şebeş ê ji Serêkaniyê ya dagirkirî bi tewana ku têkiliyên wî bi Rêveberiya Xweser re heye, ji aliyê çeteyan ve tê girtin û îşkencekirin. Herî dawî ji bo were berdan neçar tê kirin ku mala xwe ji çeteyan re bihêle û careke din derbasî Serêkaniyê nebe.

​​​​​​​Ji bo ku ji îşkenceyê xilas bibe mala xwe ji çeteyan re hişt
22 mijdar, 2020   01:13
HESEKÊ-HINAR ÎBRAHÎM

Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine sûcên li dijî sivîlan ranewstîne. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya nûçeyên derew hewl dide bide xuyakirin ku hêrêmên ku dagir kirine bi ewle û aramî ye û tê de tevahî hêmanên jiyanê hene. Lê belê gelek çîrok û bûyerên ji wir derketine, berovajî vê yekê disepîne û piştrast dibe ku li herêmên dagirkirî tevliheviyeke ewlehî heye û hêmanên jiyanê ji madeyên xwarin û sotemeniyê tune ne.

Şêniyê bi navê Salim Şeşber (50) ji Serêkaniyê ye, piştî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê, neçarî koçberiyê dimîne. Piştî 15 rojan ji dagirkeriyê vedigere mala xwe, da ku hin kelûpelên malê bîne. Lê piştî du rojan bi tewana xebata bi Rêveberiya Xweser re ji aliyê çeteyan ve tê girtin.

Şeşber salekê di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker a li Serêkaniyê de dimîne û li beramberî îmzekirina li ser kaxiza soznameya hiştina malê ji çeteyan re tê berdan.

Salim Şeşber niha bi malbata xwe ya ji 9 kesan pêk tê li kampa Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê dimîne û rewşên jiyanî yên dijwar derbas dikin.

Salim Şeşber der barê serpêhatiya de ji ANHA'yê axivî û wiha pareve kir: "Di 25’ê Cotmeha 2019’an de, ez vegerîm mala xwe ya li Serêkaniyê da ku hin pêdiviyan bînim. Lê piştî du rojan hatim girtin û bi xebatkirina bi Rêveberiya Xweser hatim tewanbarkirim û birim dadgehê."

Şeşber, bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ji ber kiryar û sûcên domdar ên dagirkeran ên li dijî şêniyan têne kirin bi bajarê "Kabûsan" wesif kir û diyar kir ku rewşa jiyanê dijwar e, ji ber av, kehrebe û nan tune ye û şênî nikarin bi şev derkevin.

DI GIRTÎGEHAN DE ÎŞKENCEYA HOVANE

Salim Şeşber destnîşan kir ku piranî girtî ji pêkhateya ereb in û jin jî tê de hene û wiha pê de çû: "Bi awayekî hovane îşkence li min kirin. Ji wê zêdetir heqaret li min dikirin û gotinên derveyî exlaqê dihatin kirin û gelek caran xwarin û vexwarin nedidan me."

Şeşber wiha bi lêv kir: "Ji ber tundiya îşkenceyê, gelek girtî li ser destê çeteyan hatin qetilkirin û min ev yek bi çavên xwe dît. Ew jî ji ber tewanên cuda, mîna danûstandina di komîn an jî saziyên Rêveberiya Xweser hatibûn girtin."

Şeşber destnîşan kir ku gelek komên çete gitîgehên li Serêkaniyê kontrol in. Lê biryar û qanûn ji aliyê efser û istîxbaratên dewleta Tirk a dagirker ve têne derxistin û wiha got: " Dema ku ez di girtîgehê de bûm ev hat eşkerekirin. Çeteyan ji me dixwest ku agahiyan li ser bajêr û şêniyên wê yên di Rêveberiya Xweser de dixebitin bidin wan, da ku tiştên mayî ji malên wan bidizin û desteser bikin."

LI BERAMBERÎ DAYÎNA MALÊ JI ÇETEYAN RE HATE BERDAN

Şeşber piştî salekê di girtîgehê de dimîne, çete wî neçar dikin ku ji bo were berdan ser soznameya dayîna malê ji çeteyan re îmze bike û careke din derbasî Serêkaniyê nebe.

Koçber Salim Şeşber di dawiyê de bang li civaka navneteweyî kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Serêkaniyê derxin, da ku şênî li malên xwe vegerin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LeL9fsV02OI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>