Komeleya Parêzvanên Reqayê hate avakirin

Birîndarên şer ên Reqayê bi diruşmeya "Birîndar evîndarê welatê xwe ne" kongreya xwe ya damezîrner li dar xist, di kongreyê de "Komeleya Parêzvanên Reqayê" hate avakirin. Armanca komeleyê piştgiriya birîndarên şer di her aliyan de ye.

Komeleya Parêzvanên Reqayê hate avakirin
Komeleya Parêzvanên Reqayê hate avakirin
Komeleya Parêzvanên Reqayê hate avakirin
Komeleya Parêzvanên Reqayê hate avakirin
Komeleya Parêzvanên Reqayê hate avakirin
Komeleya Parêzvanên Reqayê hate avakirin
21 mijdar, 2020   14:57
REQA

Kongrê li hola navenda çand û hunerê ya bajarê Reqayê bi beşdarbûna bi dehan birîndarên şer ên ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêx û rûspiyên Reqa, fermandarên QSD, YPJ, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û Rêveberiya Jinan hate lidarxistin.

Kongreya damezrîner bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre ji fermandarên QSD'ê Heqî Kobanê axivî, lidarxistina kongreyê li birîndarên şer pîroz kir û teqez kir ku QSD'ê di aliyê madî û manewî de piştgiriya birînndarên şer dikin.

Kobanê rola şehîd û birîndaran a li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ'ê destnîşan kir û diyar kir ku bi saya keda şehîd û birîndaran herêm ewle bûne.

Li ser navê şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê Şêx Telal El-Sîbat kongrê pîroz kir û wiha got: "Bi navê xwe û navê şêx û rûspiyên Reqayê ez birîndaran silav dikim û ji wan re dibêjim em bi we re û em palpişta we ne."

Piştre peymanê pîrozbahiyê yên ji kongreyê re hatin şandin, hatin xwendin.

Endamê Meclisa Birîndarên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîdar Botan analîza siyasî ya komeleyê xwend.

Botan destnîşan kir ku Tirkiyê bi hişmendiya netewperest ve girêdayî ye û hewl dide li ser hesabê pêkhateyên ku bi hezaran salan li herêmê dijîn, dest deyne ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û demografya wê biguhere.

Sîdar Botan, diyar kir ku Tirkiyê herêmên Girê Spî, Efrîn û Serêkaniyê dagir kirin û li djiî sivîlan sûcên dermirovî pêk anîn, lê dewletên cîhanê li hemberî van binpêkirinan bêdeng maye.

Botan, her wiha rêzikanameya komeleyê xwend û beşdaran jî derbarê bendên wê de nêrînên xwe anîn ziman. Piştre ji aliyê delegeyan ve hate erêkirin.

Kongrê bi hilbijartina 9 endamên rêveber ên Meclisa Komeleya Parêzvananê Reqayê yên ji birîndarên şer ên Reqayê bi dawî bû.

ANHA