Dagirkeriya Tirk gundên navçeya Şera ya Efrînê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Merenaz û Alqemiyê yên navçeya Şera ya herêma Efrînê bi dijwarî, topbaran dike.

Dagirkeriya Tirk gundên navçeya Şera ya Efrînê topbaran dike
21 mijdar, 2020   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Merenaz û Alqemiyê yên navçeya Şera ya herêma Efrînê, bi dijwarî topbaran dike.

Heta niha li ser encamên topbaranê ti agahî negihaştine ber dest.

ANHA