Îran ji pêkanîna êrişên ji aliyê DYA`yê ve bi fikar e!

Dezgehên çapemeniyê diyar kir ku Pasdarên Îranê ji tirsa ku DYA`yê li dijî Îranê êrişan pêk bîne, bi fermandarên komên Iraqê re civiya.

Îran ji pêkanîna êrişên ji aliyê DYA`yê ve bi fikar e!
21 mijdar, 2020   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî El-Hurra, Fermandarê Feyleq El-Qudis a girêdayî Pasdarên Îranê, Îsmaîl Qanî beriya du heftiyan bi fermandarên komên Iraqê yên bi ser Tehranê ve ne civiyabû. Di civînê de komên Iraqê ji êrişên li dijî Amerîkayê hişyar kir.

Ji aliyekî din ve jî, Associated Press ku agahiyên xwe dispêre 3 çavkaniyên istixbaratê, ragihand ku piştî raporên dubare yên Trump ji şêwirmendên xwe yên leşkerî re pêşkêş kir û têde daxwaza pêkanîna derbeyan kir, Ewropa ji rêveberiya Amerîkayê bifikar e û ditirse ku li herêmê şerek derkeve.

Ewropa ditirse ku Îsraîlê û Siûdiyê zextê li Trump bikin da ku li dijî Îranê êişan pêk bîne.

Li gorî çavkaniyên Ewropa, tişta ku dihêle hîn zêdetir metirsî çêbibe ew e ku Trump fermandarên leşkerî diguhire.

Hêjayî bibîrxistinê ku serokê Amerîkayê Donald Trump li hemberî Îranê siyaseteke tund dimeşîne, di sala 2018`an de ji peymana Nukllerî ya bi Îranê re vekişiya.

(eh)