YPJ: Em ê tola Berfîn û hemû hevrêyên xwe yên şehîd rakin

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê bi daxuyaniyeke nivîskî şervana YPJ`ê Berfîn Rizgar bi bîr anî û soza rakirina tola hemû şehîdan nû kir.

YPJ: Em ê tola Berfîn û hemû hevrêyên xwe yên şehîd rakin
21 mijdar, 2020   10:10
NAVENDA NÛÇeYA

18’ê Mijdarê li eniya Ebû Sira ya bi ser bajarokê Eyn Îsayê ve, şervana YPJ`ê Berfîn Rizgar di topbarana çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ`ê li ser şehadeta şervana xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de wiha got:

“Em rêhevala xwe Berfîn Rizgar bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbata wê ya hêja û welatparêz re dixwazin. Em careke din soza rakirina tola wê û ya tevahî hevrêyên xwe yên şehîd nû dikin.

Rêhevala me Cîhan Misto (Berfîn Rizgar) ku di kêliyên herî dijwar ên şerê Kobanê de beşdarî nava refên YPJ’ê bû, di roja 18’ê Mijdarê de li eniya Ebû Sira ya bi ser bajarê Eyn Îsa de di encama topbrana çeteyên dewleta Tirk a dagirker de tev li karwanê şehîdan bû.

Rêhevala me Berfîn ku bi xwe ji bajarê Kobanê ye di nava malbateke welatparêz û fedekar de mezin dibe. Di sala 2014’an de jî dema ku çeteyên DAİŞ’ê berê xwe dide warê berxwedanê Kobanê ew û birayê xwe tevlê nava refên YPJ-YPG’ê dibin. Hevala me Berfîn kêliyên destpêkê yên jiyana YPJ’ê di nava şerê giran de nas dike û di demeke kin de dibe xwedî ezmûn û danehevên mezin. Ew bi destê xwe bi sedan hevrêyên xwe yên şehîd û birayê xwe Rizgar ku ew jî li wir şehîd dikeve oxir dike û soza tolhildana wan dide.

Hevala me Berfîn bi hêrs û kîneke mezin enî bi enî pêşde çû û tevî rêhevalên xwe hêza DAİŞ’ê li bajarê Kobanê şikandin. Bi vî rengî Berfîn soza hevrêyên xwe yên şehîd bi cih anî û Kobanê ji destê çeteyên hov rizgar bû.

Rêhevala me Berfîn ku di nava şert û mercên wiha zor û watedar de pijiya û bû xwedî ezmûneke mezin erka fermandariyê hilda ser milê xwe û bi sedan keçên ciwan bi xwe perwerde kir, ew bi felsefeya jiyana azad da naskirin. Hevrê Berfîn hem di jiyana xwe de, hem di fermandariya xwe de bi disiplîn, baldarî û bi berpirsyariyeke mezin tevdigeriya. Her wiha lêhûrbûnên xwe li ser şêwaz û taktîkê şerkirin û parastinê pir xurt bû. Kîjan enî divê çawa bê parastin, pir baş ser dihizirî û li gorê wê tevdigeriya.

Çawa ku rêhevala me Berfîn li Kobanê şahidî ji şikandina hêza DAİŞ’ê re kir, li bajarê Dêrazorê jî şahidî ji têkçûna xîlafetê re kir. Rêhevala me Berfîn tevî bi sedan şervanên YPJ’ê bi lehengiyeke mezin şerkirin, li berxwe dan û mizgîniya serkeftinê dan hemû cîhanê. Mizgînî dan jinên Êzîdî ku tola wan hate girtin û bi destê xwe bi dehan jinên Êzîdî ji destê çeteyên DAİŞ’ê rizgarkirin.

Hevala me Berfîn çawa ku li Kobanê û li Dêrazorê di eniyên herî pêş ên cengê de bû, herî dawî di eniya Ebû Sira ya bi ser bajarê Eyn Îsa de jî di çeperên herî pêşde parastina welatê xwe û gelê xwe dikir û dema ser erka xwe bû tev li karwanên şehîdan bû.

Çawa ku rêheval Berfîn bi rihê tolhildanê di êrîşên giran ên Kobanê de biryardariya milîtaniya demê nîşan da, şerkir û mizgîniya azadiyê da hemû jinan, pêwîste hemû ciwanên Rojavayê Kurdistan û bakur-rojhilatê Sûrî di vê pêvajoyê de bi berpirsyarî tevbigerin û li hemberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê beşdarî nava refên parastinê bibin.

Weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ, em careke din sersaxiyê ji malbata şehîd Berfîn ku îro bû malbata me hemiyan dixwazin û em soz didin tevahî malbatên me yên şehîdan ku em tola şehîdên xwe rakin. Em ê bi rihê rêhevala xwe Berfîn xwedî li erkên demê derkevin û dilsoziya xwe ya bi hevrêyên xwe yên şehîd re raber bikin. Em jî dibêjin Dem Dema Azadiyê ye, pêwîste em hemû ji bo vê demê seferber bibin û welatê xwe, zimanê xwe û pergala xwe ya netewa demokratîk bi rengek xurtir avabikin û biparêzin.”

(cx)