SOHR: Kerwanekî din ê dewleta Tirk a dagirker derbasî Idlibê bû

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku kerwanekî leşkerî yê Tirkiyê di deriyê sînor ê Keferlosîn re derbasî Idlibê bû.

SOHR: Kerwanekî din ê dewleta Tirk a dagirker derbasî Idlibê bû
20 mijdar, 2020   20:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) 20 maşîneyên bi madeyên lojîstîk û dîwarên çîmento barkirî ber bi nuqteyên leşkerî yên dagirkeriyê yên li gundewarê Idlibê ve çûn.

Ji destpêka ragihandina agirbestê nû ve, 4 hezar û 440 maşîne û bi hezaran leşkerên dewleta Tirk derbasî xaka Sûriyê bûne.

Li gorî SOHR, ji 2'yê Sibata 2020'an ve heta niha hezar û 775 kamyon  û alavên leşkerî yên bi tank, wesayîtên veguhestina leşkeran û panzêran, alavên dij guleyan û radarên leşkerî barkiribû gihiştine herêma "Kêmkirina şer".