Li Helebê 86 xwendekaran bawernameyên zimanê kurdî wergirtin

Li Helebê, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) bi şahiyekê bawernameyên 3 astan ên zimanê kurdî li 86 xwendekaran belav kirin.

20 mijdar, 2020   15:51
HELEB

Şahî li hola Efrîn a li taxa Şiqêf bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û malbatên xwendekaran hate lidarxistin. Di şahiyê de 35 xwendekaran bawernameyên asta yekemîn, 15 xwendekaran bawernameyên asta duyemîn û 36 xwendekar bawernameyên asta sêyemîn a zimanê kurdî wergirtin.

 Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre mamosteya zimanê kurdî Medya Elî û endama Kongreya Star Zeyneb Hesen axivî.

Di axaftinan de xwendekarên ku astên ziman qedandine hatin pîrozkirin û hate gotin ku zimanê kurdî xewna gelê Kurd, ev xew bi saya keda şehîdan û fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bû rastî û gelê Kurd bi zimanê xwe yê dayikê fêr dibin.

Piştî axaftinan mamosteyan bawername û diyarî li xwendekarên mezûn bûne belav kirin.

Xwendekarên Dibistana Şehîd Qehreman a taxa Şêxmeqsûdê stranên kurdî gotin.

Şahî bi gerandina xelekên dîlanan li ber stranên efrînî û yên şoreşgerî yên Koma Çiyayê Kurmênc a navenda çand û hunera taxê bi dawî bû.

ANHA