Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê banga parastina zarokan kir

Rêxisina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê, bi daxuyaniyekê bang li rêxisitnên mirovî û Neteweyên Yekbûyî kir ku berpirsyartiyên xwe yên li hemberî zarokên Sûriyê bi taybet ên Efrîn bi cih bînin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê banga parastina zarokan kir
20 mijdar, 2020   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê bi boneya Roja Cîhanê ya Mafên Zarokan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên zarokan hate kirin ku berpirsyartiyên xwe bi cih bînin, nemaze li hemberî zarokên li herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagirkirine ku sûcên qetilkirin, revandin û êşkecekirin lê rû didin.

'HERÊMÊN DAGIRKIRÎ VEGUHERÎNE NAVENDA SÛCÊN LI DIJÎ ZAROKAN'

Di daxuyaniyê de îşaret bi sûcên dewleta Tirk ên li dijî zarokan hate kirin û wiha hate gotin: "Ji destpêka dagirkirina herêma Efrînê ya Sûriyê ve di 18'ê Adara 2018'an de sûc û binpêkirinên komên çekdar ên Sûriyê yên girêdayê dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan li pêşberî çav û guhên dewleta Tirk çêdibin. Li dijî sivîlan her cûre binpêkirin, ji kuştin, revandin, êşkencekirin, desteserkirina milkên giştî û yên taybet û tundiya cinisî bi hemû cûreyên wê têne meşandin. Ev binpêkirin bi taybet li dijî zarok û jinan tên kirin. Tevî ku qanûnên navneteweyî yê taybet ên parastina wan hene, lê hejmara zarokên hatin qetilkirin, 67'an e û hejmara birîndaran jî derdora 330'î ne. "

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku zêdeyî 20 hezar şagirt ji mafên perwerdeyê bê par hatin hiştin, zêdeyî 100 hezar zarok hatin koçberkirin û ji mercên parastina tenduristî, civakî, dirunî bi temamî hatin mehrûmkirin. Her wiha hate destnîşankirin ku piraniya wan li kampên herêmên Şehbayê di mercên jiyanî yên pir dijwar de ne, ji ber şerê ku dewleta Tirk li ser herêmên wan ferz kirine bi gelek zarokan re pirsgirêkên derûnî çêbûne.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn -Sûriyê di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê kir ku bi hezaran sûcên li dijî zarokan ji aliyê komîteyên lêpirsînê yên navnetewî û rêxistinên hiqûqî yên navdewletî ve hatin belgekirin.

' QANÛNÊN PARASTINA ZAROKAN XAM LI SER KAXEZÊ YE'

Her wiha di daxuyaniyê de bal hat bibîrxistin ku dewleta Tirk qanûnên navneteweyî yên parastina mafên zarokan bin pê dikin û ev tişt hate gotin: "Qanûna navneteweyî mafên parastinê yên taybet dane zarokan e, ji ber ku zarok lawaz in, bi taybet peymanên Cinêv ên sala 1949'an, peymanên Cinêv ên, 1, 2, 3, 4 û protokolên wê yên sala 1977'an ên ku li ser zêde kirine. Li gorî van peymanan, divê parastina taybet ji bo zarokan were peydankirin, her wiha teqez dike ku zarokên ku rasterast beşdarî şer dibin ji vê mafê bê par namînin.

'DEWLETA TIRK QANÛNÊN PARASTINA MAFÊN ZAROKAN BIN PÊ DIKE'

Di daxuyaniyê de bang li dewletan hate kirin ku garantiya parastina jin û zarokan di dema şer de bidin û li gorî protokolên Cinêv ên sala 1925'an tevbigerin û wiha hate domandin: "Tevî qanûn û peymanên navneteweyî yên parastina zarokan hene danîn, bi taybet di dema şerên navnetewî û ne navneteweyî de, lê dweleta Tirk a ku beşek ji bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê dagirkiriye bi rêya komên çekdar ên Sûriyê yên girêdayî wê bi zanebûn her cûre binpêkirin li djiî sivîlan, bi taybet li dijî zarokan pêk tîne. Bi vê yekê hemû qanûn û peymanên navneteweyî binpê dike. Tevî ku dewleta Tirk soza valakirina bajar û herêmên sivîlan ji hemû diyardeyên çekdarî û bendên leşkerî vala bike, lê ev daxuyanî tenê di çarçoveya ragihandinê de têne kirin û ji bo xapandina raya giştî ye."

BANGA PARASTINA ZAROKAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî, di serî de Neteweyên Yekbûyî û Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) kir ku erkên xwe yên qanûnî û exlaqî li hemberî zarokên Sûriyê bi giştî, bi taybet ên Efrînê bi cih bînin "Parastinê ji wan û malbatên wan re dabîn bike, fişarê li dewleta Tirk bikin da ku ji tevahî xaka Sûriyê derkeve, garantiya vegera koçberan û gihandina alîkariyên mirovî yên pêwîst ji bo wan dabîn bike, her wiha silamtiya zarokan mîsoger bike da ku armancên Roja Cîhanê ya Zarokan pêk were.

ANHA